Heyva Sor 130 xaniyan çêdike

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 23 Mijdar 2023 - 00:24

RÛBARÎN BEKIR / NÛJINHA / ŞEHBA

Heyva Sora Kurdistanê ya li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo piştgiriyê bide malbatên ji erdhejê bandor bûne, xebatan dimeşîne. Di vê çarçoveyê de, bi kampanyaya ku li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê birêve diçe, li hin cihên Şehbayê avahiyan çêdike. 

Malbat neçar man derkevin

Derbarê mijarê de rêveberiya Heyva Sora Kurdistanê ya Efrîn-Şehbayê Esmehan Îsmaîl wiha got:’’Erdhejê li gel taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, gelek deverên Sûriyeyê bandor kir. Ji ber şerê heyî binesaziya herêmê hatiye têk birin û malên li kantona Şehbayê jî, ne li gorî lê mayînê ne. Lê tevî vê yekê jî, xelkê Efrînê ku bi darê zorê ji cihê xwe hatine koçber kirin, neçar man di van malan de bimînin. Gelek mal xera bûn û êdî mirov nikarin tê de bimînin. Neçar man jê derbikevin. 

Proje li Babnisê destpê kir

Esmehan Îsmaîl îşaret bi wê yekê kir ku koçberên hatine li kampan hatine bicîh kirin û got:’’Li kampan hêjmara malbatên ku ji gundên Şehbayê hatine zêde bûne. Ji bo van malbatan tevî derfetên kêm jî, me projeya avakirina xaniyan pêşkêş kir. Ev projeya avakirina 130 xaniyan hate pejirandin. Ev proje bi piştgiriya xelkê Silêmaniyê pêk tê. Li gundê Babnisê 50 xanî, li 3 qadên Şehbayê jî 50 xanî wê werin çêkirin. Herwiha wê li Til Qarah û Til Sosinê, 30 xanî tên çêkirin. Xanî ji 2 ode, mitbax û banyoyekê pêk tên.’’ Esmahan Îsmalî bang li saziyên navneteweyî jî kir û got:’’Divê saziyên navneteweyî ji bo alîkariyên mirovî, hercure alîkariyê bidin. Banga min ji bo xelkê Şehbayê jî, heta herêma me rizgar be, em li vir in û em ê hercure alîkariyê bidin xelkê xwe.’’

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.