Hevsengiyên li Sûriyeyê…
Şemî 7 Kanûn 2024 - 02:25
Pêşdeçûna HTŞ’ê hemû hevsengiyên li Sûriyeyê diguherîne û tê mereqkirin ku wê şer çawa berdewam bike. Armanca sereke ya dewleta Tirk jî ew e ku dixwaze bibe asteng ku Kurd li Sûriyeyê nebin aktorê nû.
Li gel ku bajarê Helebê ku weke navenda şerê Sûriyeyê ye, kete bin kontrola Heyet Tehrîr El-Şamê (HTŞ) û şerê navxweyî yê li Sûriyeyê piştî 13 salan veguherî rewşa destpêkê. HTŞ piştî Helebê berê xwe da Humûsê jî û hin gundên wê bi dest xistin. Pêşdeçûna HTŞ’ê hemû hevsengiyên li Sûriyeyê diguherîne û tê mereqkirin ku wê şer çawa berdewam bike.
Dagirkirina hin herêman a ji aliyê HTŞ’ê Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê (SMO) a girêdayî dewleta Tirk weke encameke dertwerdana navneteweyî ya li ser Rojhilata Navîn xwe nîşan dide. Destwerdan li hemberî Rûsya û Îranê pêk hat û ew jî hê ‘’bêdeng in.’’
Tê payîn ku li bajarên başûrê Sûriyeyê ên weke navenda Humûsê, Dera û Kûneytrayê jî pevçûn rû bidin û tê îfadedekirin ku li van bajaran komên tundraw ên Îslamî yên razayî jî tevdigerin.
Rewşa Sûriyeyê ya nû bi dilê gelek hêzên herêmî ye ku ew hêz dixwazin Sûriyeyê dagir bikin û serkêşiya wan hêzan jî Tirkiye dike. Dewleta Tirk guherîna hevsengiyên li Sûriyeyê weke derfetekê dinirxîne û dixwaze ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi temamî tasfiye bike.Tirkiye; valahiyên li Sûriyeyê weke derfetêkê bi kar tîne û di serî de Minbîc ji bo gelek bajarên li herêmê di nava amadehiyan de ye û armanc dike ku herêmê vala bike.
Enqereya ku hewl dide feraseta bêyî şer Minbicê bi dest bixe, ava bike, li ser sînor saziyên xwe yên çapemeniyê yên girêdayî Daîreya Şer a Taybet bi cih kirine û bi weşanên xwe armanc dike serdestiya psîkolojîk pêk bîne. Lê belê ev hewldanên dewleta Tirk û komên çeteyan tên zanîn û a niha jî gundên li ser sînor bombebaran dikin û hewl didin ku gelê li herêmê bitirsînin. Hewldana komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk ên têketina bajarê Minbicê ya li ser xetên rojava, bakur û başûr jî ji aliyê Meclîsa Leşkerî a Minbicê ve tê astengkirin.
Polîtîkaya ku dixwaze berê gelê Kurd bide rojavayê Çemê Firatê ku ev polîtîka xwe dispêre înkara 100 salî van rojan piştî ketina bajarê Helebê bi ser Minbicê ve tê armanckirin. Bajarê weke deriyeke Helebê û xwedî pozîsyoneke stratejîk, rawestgeheke girîng e ku lê şaxên rojava û rojhilat ên Çemê Firatê digihêjin hev. Her wiha Minbîc bi jiyana hevpar ya di şerê navxweyî de hatî avakirin, yek ji mînaka herî mezin e wêji krîz û kaosên i salan e li welêt berdewam dike re bibe çareserî. Minbîceke dagirkirî; tê wê wateyê ku wê ev feraset têk biçe.
Yek ji armanca sereke ya Enqereyê ew e ku hewl dide gelê Kurd û dînamîkên li gel wan li Sûriyeyê nebin aktor. Girêdayî van yekan li hin deveran pevçûnan derdixe û bi vê yekê dixwaze bibe asteng ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) pêngavên nû pêş bixe û rola xwe bilîze. Bi israr berê Rêveberiya Xweser dide nava şer. Yek ji sedema herî mezin ya hedefgirtina Minbîcê wiha tê nirxandin.
Her wiha ger şerê heyî berê xwe bide başûrê Sûriyeyê û ber bi qadên Rêveberiya Xweser ve biçe; QSD û hêzên wê yên parastina gel dikin wê dest bi operasyonên nû bikin. Li gel pêşdeçûna HTŞ’ê ya ber bi Humûsê ve DAÎŞ’ê ji Humûsê berê xwe daye xeta Dêrazorê û ev yek jî aliyekî cuda yê şerî nîşan dide.
Dewleta Tirk a ku dixwaze Rêveberiya Xweser di vê qonaxê de bi hêz nebe, ne tenê çeteyên xwe SMO’yê, hewl dide HTŞ’ê jî ji bo vê yekê qanih bike. Lê belê HTŞ’ya ku mînakên Musûl û Kobanê bi bîr tîne, li hemberî vê mijarê bi pîvan tevdigere.
ANF/MINBIC