Ew dikare herkesî bîne gel hev

În 6 Kanûn 2024 - 03:05

  • Parlamentera Tifaqa Kesk a Çep a Îtalyayê Francesca Ghrîrra û rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norveçê Anne Kulseng Berg ku bi daxwaza bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dan, peyama ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çi hewce bike wê bikin dan.

Li dijî tecrîda giran ya li ser Rêber Abdullah Ocalan li her qadê têkoşîn tê meşandin. Yek ji van xebatan jî  ya heyeteke navneteweyî ya ji parlamenter, rojnameger û nûnerên partiyên siyasî pêk tê ye. Heyetê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî Wezareta Dadê da. Heyet di 2’ê Kanûnê de hat Tirkiyeyê û çû serdana Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê. Heyet di 3’ê Kanûnê de jî bi parlamenterên DEM Partiyê re li Enqereyê hatin gel hev. Piştî hevdîtinan heyetê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Dadê dan.

Em ê hertiştî bikin

Parlamentera Tifaqa Kesk a Çep a Îtalyayê Francesca Ghrîrra da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dîtina riyeke aştiyane girînge û got:“Hêviya me ev e ku Birêz Ocalan tavilê azad bibe. Tecrîdkirina Birêz Ocalan di alî mafê mirovan de tiştekî bi xof e. Tevî vê tecrîda giran a bi salane didome, hîna ji bo aştiyê û çareseriya pirsgirêka Kurd dinivîse û difikire. Hêvîdarim di encama vê de çareseriya pirsgirêka Kurd pêk bê. Bi rastî ez fêm nakim ku Birêz Ocalan çima bi salane di bin tecrîdê de ye. Ji ber fikrên xwe li wir e, ji ber her tim dibêje wê aştî pêk bê. Rewşa girtîgehên Îtalyayê jî nebaşin. Mafê mirovan li wir jî tune ne. Lê rewşa Birêz Ocalan pir cudaye û mînakek din ya wisa tuneye. Hêvîdarim Îtalya ji bo bidawîbûna êşên gelê Kurd bibe alîkar. Mafê her kesî heye ku bi aştiyane bijîn. Ji bo azadiya Abdullah Ocalan, ji bo bidawîbûna tecrîdê çi ji destê me bê em ê bikin.”

Divê tecrîd bê fêmkirin

Rêvebera Koma Piştevaniya Kurd a Partiya Sor a Norveçê û ji tevgera femînîst a Norveçê Anne Kulseng Berg jî daxuyakirin ku li Norveçê bi gelek rêxistinên jinan ên Kurd re xebatan dimeşînin û ji bo tiştên li Tirkiyeyê diqewimin bibînin hatine vir. Anne Kulseng Berg wiha anî ziman:“Tecrîd mezine û wek pisgirêkek mezin li pêş me ye. Tecrîdkirina Birêz Ocalan fêmkirin, li gorî min gelek girîng e. Bi qasî em dibînin, ji bo Kurdên Tirkiye, Sûriye û Îranê tecrîd pirsgirêkek mezin e. Abdullah Ocalan xwedî hêzeke ku gelek mirovan bîne gel hev e. Piştî vegerim tişta ku ewil bikim em di vê mijarê de bi Baroya Norveçê re hevkariyê bikin. Tecrîdê ji nîqaşê re vebikin.”

Jîneolojî îdeolojiyek xurt e  

Anne Kulseng Berg wiha dawî lê anî:“Min paradîgma Abdullah Ocalan cara ewil di konferanseke li Osloyê de fêm kir. Jîneolojiyê  bandorek mezin li ser min kir. Ev îdeolojiyek gelek xurt bû. Bi femînîzmê re gelek nokteyên wê yên hevpar hebûn. Avakirina akademiyan û pêşxistina vê gelek girîng bû. Swîsreyê, Stockholmê akademiyek heye. Vê dizanim. Li gorî min divê yek li Norveçê jî bê vekirin. Jîneolojî îdeolojiyek xurt e. Ji ber vê serdanê jî gelek kêfxweş im.”

JINNEWS/ROZERÎN GULTEKÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.