Bila av şer raweste

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:15

Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê Havva Kiran têkildarî êrîşên Tirkiye û hêzên paramîlîter ên girêdayê wê yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê got:" Rojava cihê petrolê ye. Petrola Rojava bisekine wê jiyan raweste. Axek bi nirx e. Her kes dixwaze xwe li ser vê axê heyî bike. Bila av şer raweste. Em dayik bang dikin. Bila Rêber Apo bînin û dawî li şer bînin. Mafê kê çibe bila bê dayîn.”

Êrişên Tirkiye û hêzên paramîlîter yên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Ji 27’ê Mijdarê heta niha êriş didomin û zarok, jin û sîvîl hedef tên girtin û qetilkirin. Li herêmê tevger didome. Bi dehezaran penaber koçî cihên ku rêveberiya xweser a demokratîk kiriye dikin. Berdevka Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Amedê Havva Kiran der barê êrîşan de axivî.

 Bi çekên NATO’yê agir dibarînin

Havva Kiran gotinên serokê giştî yê MHP’ê yên di 22’yê Mijdarê de anîbûn ziman ên wek ‘Bila Abdullah Ocalan bê li meclîsê li ser navê DEM Partiyê biaxive’ bi bîr xist û wiha got: “Ev hemû xapînok in. Gotinên wî ne ji dil in. Ketine krîzê, bi nakok tevdigerin. Çima heta îro sekinîn. Ger ku îro radibin wisa dibêjin xuyaye tiştekî din di vir de heye. Ez bang li hemû kesî dikim. Em wek Şêx Saîd, Seyîd Riza, Qazî Mihemed tevbigerin. Bila me nexapînin. Ev 6 sal in ne malbat û ne parêzeran nikaribûn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin. Ev hemû nakokî ne. Di qanûnê de cihê vê tuneye. Bi ser Kurdan de bi çekên NATO’yê agir dibarînin. Çiyayên Kurdan dişewitînin. Bi destê çeteyan êrîşê Rojava dikin. Ji Rojava bigirin heta Heleb û Şamê êrîş dikin.”

Bila av şer raweste

Havva Kiran di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku êrişên li hember Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê asta wê ya stratejîk de ye û wiha bi dawî kir: “Rojava cihê petrolê ye. Hemû cîhan li ser petrolê dijî. Petrola Rojava bisekine wê jiyan raweste. Axek bi nirx e. Her kes dixwaze xwe li ser vê axê heyî bike. Her kes dixwaze bibe xwediyê vê axê. Bila av şer raweste. Em dayik bang dikin. Bila Rêber Apo bînin û dawî li şer bînin. Bila dayik negirîn. Mafê kê çibe bila bê dayîn.”

JINNEWS/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.