Hedef rêya M5’ê ye
Şemî 30 Mijdar 2024 - 02:40
Şer û pevçûnên di navbera rejîma Sûriyeyê û koma paramîlîter a Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) yên li Heleb û Idlibê bedewam in. Pevçûnên di 26’ê mijdarê de dest pê kirin, piranî li çolterê Helebê giran bûn. HTŞ’ê hinek bajarok bi dest xist û kete hinek beşên Rêya M5’ê. Êrişên hewayî yên Rûsya û Sûriyeyê yên li dijî HTŞ’ê jî berdewam in. Rojnameger Stêrk Gulo geşedanên heyî nirxand û got ku komên paramîlîter ên HTŞ’ê ku girêdayî dewleta tirk in, ji Idlibê ber bi Helebê ve pêş dikevin. Stêrk Gulo, da zanîn ku pevçûn li “herêma bêçek” a li rojavayê Helebê dest pê kirine û got:“Ev herêma em qala wê dikin, di bin kontrola komên girêdayî dewlet Tirk de bûn. Jixwe êriş ji wir dest pê kirin. Amadekariyên van êrişan pir zû de hatine kirin. Ji sala 2016’an heta niha li Cerablus, Ezaz, İdlib û Babê komên paramîlîter xwe komî ser hev dikin. HTŞ li van herêman hebû. HTŞ, di lîsteya terorê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de cih digire. Ev komên ku ji êrişên Îsraîlê yên li dijî başûrê Sûriyeyê sûd girtin, ketin nava tevgerê. Komên girêdayî dewleta tirk û HTŞ’ê ev rewş ji bo xwe weke firsen dîtin.”
Destwerdana dewleta Tirk
Di berdewamê de Stêrk Gulo got ku HTŞ bi taybet jî dixwaze Rêbeja M5’ê bi dest bixe û got:“Ev rê, Şam û Helebê girêdayî hev dike. Ji ber ku hinek cih bi dest xistine, sivîlên li Helebê nikarin biçin Şamê. Kom, pir nêzî Helebê bûne.” Stêrk Gulo, têkildarî hedefên êrişê wiha got:“HTŞ zêde nikare xwe li van deran bigire. Ji ber ku di lîsteya terorê ya NY’ê de cih digire. Di nava Artêşa Netewî ya Sûriyeyê (SMO) ya girêdayî Tirkiyeyê de jî cih nagire. Navê xwe guherand û li vir ma. Di van êrişan de Tirkiye piştgiriyê dide wan. Ji ber ku mijara behsa xeberê berjewendiyên dewleta tirk in. Tirkiye rêya ji Helebê heta Mûsilê dixwaze. Firka El Hemza û Nûrettîn El Zengî, li cihên nêzî Helebê bû. Lê HTŞ dixwaze van deran bixe bin kontrola xwe. Wisa xuya dike ku hedefa wan a ewil, bidestxistina sînorê Helebê ye. Dixwazin heta herêma jê re dibêjin gundê Kefer Hamrayê pêş bikevin. Wisa xuya dike ku hikûmeta Sûriyeyê wê van êrişan qebûl neke. Di halê hazir de nediyariyek heye. Lê em dizanin ku Tirkiye dixwaze li vê qadê xaka xwe berfireh bike. Sûriyeyê di daxuyaniya dawî de xwest Tirkiye ji xaka wê derkeve. Erdogan jî bi awayekî fermî îşareta van êrişan da.”
Dibe ku Sûriye parçe bibe
Stêrk Gulo, destnîşan kir ku Rûsya niha tenê ji hêla hewayî ve alîkariyê dide artêşa Sûriyeyê û got:“Hêzên navneteweyî jî ji êrişan haydar in. Ji ber ku bersiveke rast û dirûst nedan êrişan. Niha jî gundên Şerewayê hedef digirin. Gelek jîngeh hatine valakirin û xelkê wê derê ji neçarî koçberiyê dike. Li wir hêzên azadiyê yên Efrînê hene. Bersiv dan van koman. Heke rejîma Sûriyeyê ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk alîkariyê nexwaze ne tenê wê parçe bibe, heta dikare were gotin ku wê bi tunebûnê re rû bi rû bimîne. Armanca sereke ya temamiya van koman, parçekirina Sûriyeyê ye. QSD’ê gelek caran got ku divê Sûriye neyê parçekirin û weke parçeyeke demokratîk wê Sûriyeyê biparêzin. Ev, firsendeke. Rejîma Sûriyeyê dikare bi hevkariya hêzên QSD’ê bi temamî rê li ber van êrişan bigire.”
MA/CEYLAN ŞAHÎNLÎ