Em bi Rêberê xwe serbilind bin

În 6 Kanûn 2024 - 03:00

Mela Dr. Hawar Şafeî têkildarî metirsiya êrişan li ser Rojavayê Kurdistanê û giringiya azadiya Rêber Apo ji bo çareseriya pirsgirêkan, ji Rojnews’ê re axivî.

Di destpêka axaftina xwe de Dr. Hawar Şafeî qala giringiya yekrêziya gelê Kurd kir û got:“Li Rojhilata Navîn guhertin bi lez diqewimin. Di vê guhertinan de jî divê Kurd li Rojavayê Kurdistanê hevgirtî bin, da ku em karibin bi hemû astengiyan re rawestin. Pêwîste gelê me bi hestên olî destekê nede dijminên me. Ji ber ku hêzên ku êrişî Rojava dikin heman nêrînên DAIŞ’ê ne û ev koma tundrew ti carî peyama aştiyê ji bo civakê nade. Divê ciwanên me ser xwe kontrol bin ku li ser navê Xwedê û dîn dirûşmeyan bi kar neynin. Ji miletê Kurd Misilmantir tu miletek tuneye. Pêwîste em hişyar û yekrêz bin. Divê Kurdên Rojava li hember vê rewşê aram bin û serkeftin ya gelê me ye.”

Kurd wê rê nedin dijmin

Mela Hawar Şafeî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku hêzên Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bêyî cudahî peyama Îslamê û aştiyê ji bo hemû gelan radigihînin. Peyamên wan zelal in ku di van çend rojên borî de gel ji jenosîdê parastin. Ev jî heman peyama Îslamê û hewla Selahedînê Eyubî û rêberên dîrokî yên gelê Kurd e ku hertim berevajiyê dijminan peyama aştiyê dane. Berê gelek dewletan piştgirî da DAIŞ’ê ku yek ji wan dewleta Tirk a dagirker bû. Niha jî ew komên tundrew ên ku li dijî gelê me yên li Rojavayê Kurdistanê ne, rasterast destê vê dewletê nav de heye ku armanca wan lewazkirin û tunekirina gelê me yê Rojavayê Kurdistanê ye. Ji ber ku ew Kurdan wek astengî li ber berjewendiyên xwe dibînin. Lewra dixwaze bi piştgiriya terorê me tune bike, lê bi destûra Xwedê, Kurdên Rojava û pêşengên wan rê nadin ku armancên dijmin pêk bên.”

Dr. Hawar Şafeî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan re wê li herêmê guhertinên mezin çêbibin, bi wê re dê pirsgirêk bên çareserkirin û got:’’Divê hemû mirovatî bi vî Rêberê mezin serbilind be. Ez ji mamostayên olî daxwaz dikim ku yekitiya olî û ragihandinê ji bo piştgiriya Kurdên Rojava çêbikin. Ji ber ku em miletekî Misilmanin û dijminên me ol li dijî me bikartînin. Em jî hemû piştgiriya hev bikin ku li dijî dagirkeran bi hêztir bin.”

ROJNEWS/GERMIYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.