Çareserî azadiya Ocalan e
În 6 Kanûn 2024 - 03:10
Parlamenterê Swîsreyî Dr. Beppe Savary işaret bi kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir û got, "Ev kampanya zextê li hikumetên Ewropayê û hikumeta Tirk dike. Şertê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e."
Rêber Apo ku 26 sal in li Girtîgeha Girava Îmraliyê girtî ye, di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin. Yek ji piştevanên pêngava 'Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' Parlamenterê Parlamenta Kantona Ticino ya Swîsreyê Dr. Beppe Savary tecrîda li Îmraliyê nirxand.
Tecrîd li dijî hiqûqê ye
Dr. Beppe Savary polîtîkaya tecrîdê ya dewleta Tirk bi tundî rexne kir û got, "Ev tecrîda ku li ser Abdullah Ocalan dewam dike, li dijî hiqûqa navneteweyî ye. Ne tenê li ser kesekî ye, di heman demê de êrîşek li hemberî mafên bingehîn ên mirovahiyê ye."
Dikare bi roleke çêker rabe
Dr. Beppe Savary anî ziman ku di pêvajoyeke navbera dewleta Tirk û Kurdan de yan jî di danûstandinan de divê Swîsre û civaka navneteweyî bi berpirsyariyê rabin û got, "Di pêvajoyeke danûstandinê ya gengaz de Swîsre dikare bi rolê rabe. Mixabin wezîrekî me yê karên derve heye ku polîtîkaya derve ya Swîsreyê veguherandiye mîna dewama polîtîkaya derve ya Emerîkayê. Li gorî min di rewşeke bi vî rengî de divê civaka sivîl a Swîsreyê bi rola pêşengiyê rabe. Şandeyek ji civaka sivîl ku siyasetmedarên naskirî jî di nav de dikare bi roleke çêker rabe."
Çareserî azadiya Ocalan e
Dr. Beppe Savary işaret bi kampanya navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan kir û got, "Ev kampanya zextê li hikumetên Ewropayê û hikumeta Tirk dike. Ev zext jî dikarin encamên şênber bi xwe re bîne. Şertê bingehîn ê çareseriya pirsgirêka Kurd azadiya Ocalan e."
ANF/BERN