Hedefa sereke Rojava ye

În 6 Kanûn 2024 - 02:40

Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Feray Mertoglû û endama Desteya Rêveber a Navendî ya Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sanem Denîz Kûralê têkildarî êrişên komên paramîlîter ên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivîn. Feray Mertoglûyê diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê şer, nijadperestî û dijminatiyê gur dike û got ku tiştên li Sûriyeyê qewimîn ne suprîz in. Feray Mertoglûyê anî ziman ku li Rojava têkoşîna hevpar a gelan heye û got:“Hedefa sereke ya êrişan Rojava ye. Ev êriş bi çeteyên cîhadîst û OSO'yê re ji bo tepisandina Rojavayê hatin kirin. Li Rojhilata Navîn bi êrişan pêvajoyeke nû dest pê kir. Pêvajoyeke nû ya parvekirinê heye. Ew ê şer her ku biçe gurtir bibe. Ev êriş bi hevkariya Emerîka û Îsraîlê tên kirin. Em difikirin ku haya Tirkiyeyê jî ji vê heye. Hevsengiyên li Rojhilata Navînê bi rastî tevlîhev in. Ji ber vê yekê divê mirov bi hev re bibin yek. Li vir jî wekî Îsraîl li Xeze û Lubnanê qetlîamên sivîlan çêdibin û ji ber van şert û mercên şer zarok û jin zirarê dibînin, ev trajediyeke mirovî ye. Divê ev trajedî were rawestandin."

Dixwazin xwe mayînde bikin

Feray Mertoglûyê bal bire ser pevçûnên li Sûriyeyê wê bandoreke mezin li Tirkiyeyê bikin û got:“Desthilata AKP-MHP’ê di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de têk çû. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan û çêkirina dijminên li hundir û derve hewl didin hilbijartinên ku winda kirine bi dest bixin. Tayyîp Erdogan wê bibêje 'Em li dijî emperyalîstan têkoşînê didin, lê yên ku bi me re ne xayin in.' Ew ê ji xwe re wextekî du salan terxan bikin. Wê bi rojevkirina destûra bingehîn hewl bidin desthilata xwe mayinde bikin."

Gefeke cidî heye

Sanem Denîz Kûralê diyar kir ku êrişên komên paramîlîter ên li Sûriyeyê ne nû ne û got:“Ev kom ji aliyê DYE û welatên din ên emperyalîst ve tên destekkirin. Nimûneyek e ku polîtîkayên berfirehkirina emperyalîst çawa erdnîgariyekê ji felaketekê dikişîne felaketeke din. Tişta ku li Helebê qewimî vê yekê nîşan dide. Bi rastî, ev bûyer nîşana wê yekê ne ku Emerîka û Îsraîl çawa hewl didin serdestiya xwe li ser Rojhilata Navînê saz bikin. Di rastiyê de, daxuyaniyên hatine dayîn vê yekê piştrast dikin. Ev çeteyên cîhadîst ê ku niha ji aliyê hêzên emperyalîst ve tên destekkirin, ji bo gel tehdîdeke cidî ne." Sanem Denîz Kûralê bal kişand ku rasterast rola Tirkiyeyê di êrişan de heye û got ku tavilê divê piştgiriya i bo polîtîkayên şer ên li Sûriyeyê bi dawî bibin. Sanem Denîz Kûralê destnîşan kir ku li dijî şer têkoşîn divê û got:"Ji bo êriş neyên wê asta ku gefê li azadiya gelê kurd û gelen din dixwin, divê em têbikoşin. Ji lew re destkeftî wisa hêsan bi dest nakevin."

MA/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.