Em ê planên qirkirinê têk bibin

Pêncşem 5 Kanûn 2024 - 02:30

Jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye bersiv dan banga seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kir û bi ruhê gelê şoreşgerî li kêleka hêzên parastina Şêx Meqsûd disekinin. Jinên ku di berxwedanê de cihê xwe digirin gotin: “Em ê planên qirkirinê têk bibin.”

Jinên li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye yên Helebê li ser seferberiyê anîn ziman ku piştgiriyê didin hêzên parastina Şêx Meqsûd û gotin: “Em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî asta têkoşînê bilindtir bikin û planên qirkirinê têk bibin."

Em parastina taxa xwe dikin

Dayika bi navê Fatma Mistefa teqez kir ku hêza ji dayikan pişgiriyê bigre hêza herî xurt e û wiha axaftina xwe domand: “Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker êrişî Şêx Meqsûd kirin lê bi berxwedana hêza parastina Şêx Meqsûd û berxwedana me nikarin bigihîjin armanca xwe. 5 roj in şer li ser me giran e çi ji me tê xwestin em dikin. Di aliyekî de em xwarinê ji şervanan re çêdikin û di aliyekî din de em parastina taxa xwe dikin. Rêveberiya Xweser ji bo parastinê banga seferberiyê kir em jî îro li ser banga Rêveberiya Xweser, li Şêx Meqsûd xwe birêxistin dikin û parastina taxa xwe dikin. Me xwe bi riya fikir û ramanên Rêber Apo kûr kiriye lewma kes nikare îradeya me bişkîne." 

Em ê planên qirkirinê têk bibin

Dayika bi navê Perîşan Reşîd da zanîn ku çawa cara yekem Şêx Meqsûd bi piştgiriya dayikên wê hat parastin dê careke din were parastin û wiha got: “Îro em di hundirê metbexê de xwarinê amade dikin, em piştgiriyê didin hêza parastina Şêx Meqsûdê ya li vê derê. Em hev temam dikin. Armanca me ya sereke ew e ku em moral, hêz û piştgiriyê bidin hêza xwe û Şêx Meqsûdê biparêzin. Ev ne cara yekemîn e ku êriş li ser Şêx Meqsûd çêdibe, me wê demê piştgirî da şervanan û em gihîştin serkeftinê. Îro jî çeteyên girêdayî dewleta Tirk êrişê li ser me dewam dike dixwazin gelê Kurd qir bikin. Lê jinan di şoreşê de ked û têkoşînek mezin da meşandin heya gihîştin vê astê lewma em ranawestin û em ê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî asta têkoşînê bilindtir bikin û planên qirkirinê têk bibin."

NÛJINHA/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.