Rewşa Rojhilata Navîn
În 6 Kanûn 2024 - 03:15
- Heta ku mejiyê netewe dewletê ji holê neyê rakirin ti proje nikare rojhilata navîn ji tengavî û pirsgirêkan rizgar bike.
Ji bo herêmê, ez ji bikaranîna têgînên krîz û kaosê direvim, ez hewl didim kêm bi kar bînim. Ji ber ku ya diqewime eger şerê germ be, wê wextê mirov wê daxe krîz û kaosê, dibe ku bixapîne. Bêguman şerên roja me ya îro ne dişibin şêweyê şerên serdema destpêkê û navîn, ne jî şerên modernîteyê heta bi herdu şerên dinyayê dane kirin. Nexasim bi Şerê Cîhanê yê Yekemîn û Duyemîn re şer bûn girseyî. Piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn jî bûn civakî. Modernîteyê di meşa xwe ya cinawirî ya sêlingên distanê de şerên diqewimîn weke şerên hundir û derve ji hev cihêkirin û destnîşan kir ku dema şeran a li derveyî civakê bi dawî bûye û serwextbûna wê ya li dema nû dihat wê maneyê ku şerên li derve û hundir di nava civakê de bi hev re wê bêne meşandin û ev pêdivî li gorî cewherê wê yê nû bû. Bi giştî rastiya şer a li tevahiya civaka Rojhilata Navîn diqewime, bi taybetî jî rastiya şerên bi tevahiya rewşa xwe ya derketine holê, şerên Filistîn-Îsraîlê, Afganistan-Pakistanê û Îran-Iraqê di vê çarçoveyê de bê analîzkirin, gelekî girîng e. Bûyer û pêvajoyên bîra mirov hemûyan nikare rake, bi analîzên di vê çarçoveyê de bêne kirin, wê baştir bêne fêhmkirin.
Mejiyê netewe dewletê
Şensê serketinê yê Projeya Rojhilata Navîn a Mezin nîne ku DYE dixwaze bixe rojevê. Jixwe ev proje xwe dispêre netewe dewletan. Bi heman rengî gelek projeyan Rojhilata Navîn xistiye nava tevlîheviyê. Rewşên ku projeya dawî bû sedem jî ne cuda ye. Heta ku mejiyê netewe dewletê ji holê neyê rakirin, ti proje nikare Rojhilata Navîn ji tengaviyê û pirsgirêkan, ji şer rizgar bike. Hem Yekîtiya Ereb hem jî rêxistina Konferansa Îslamî ji ber ku xwe bi mejiyê netewe dewletê seqet kirine, di çareseriya ti pirsgirêkê de rola xwe nebûye. Heta ku mejî û rêxistiniya heyî ji holê neyê rakirin, şensê wan ê çareseriyê jî nabe.
Kûrkirina kaosê
Êrişa dused salên dawî ya Rojava dibe ser Rojhilata Navîn (Napolyon dabû destpêkirin, Brîtanyayê pêşde bir û DYE dewam dike) hê jî dom dike. Ev êriş nexasim di roja me ya îro de ji Afganistanê heta bi Fasê, ji Qafqasan heta bi Nava Efrîkayê li gelek herêman weke şerên sar û germ tê dewamkirin. Ya diqewime rewşa herî qels a sîstemê ye. Ya rastî, xeleka herî qels a modernîteya Rojava, Rojhilata Navîn a ji rêûresmê ye. Di dused salên dawî de hewl dan sêlingên distanê bidin rûniştandin, lê van hewldanên wan ji kûrkirina kaosê pêve bi roleke din ranebûn.
Hêzên çavkaniya krîzê ne
Wexta ku em di çarçoveya vê perspektîfa bingehîn de binêrin, xusûsa pêşî ya der barê rojane de em bibêjin ew e, ne hêzên ji rêûresmê ne jî hêzên serdest ên modern, çi bi giştî ji bo derketina ji nav pirsgirêkên civakî û çi jî bi taybetî ji bo derketina ji nav krîz û kaosê çareseriyeke wan a pêşkêş bikin, tine ye. Hêzên bi xwe çavkaniya pirsgirêk û krîzê ne, hemin nikarin bibin hêza çareseriyê. Çi li ser navê dînperestî û çi jî bi navê milletperestiyê, mirov xwe biavêje dîroka ji rêûresmê, çareserî nabe. Ji ber ku dîroka van hêzan jî dîroka çaresernekirinê ye. Kîjan şaristaniya bi heybet a kevin dikare ji nû ve were zindîkirin? Eger Îslamiyet û Osmanî bêne vejandin jî ev vejandin wê herhal di bin hekîmtî û parastineke xurt a DYE’yê de û bi hêza wê ya mûcîzewî pêk bê ku ev jî wê bibe Îslamiyet û Osmaniyeke din.
Otorîteya demokratîk
Li Iraqê li şûna dewleteke netewe bi sê yan hê bêhtir dewletên netewe, li Filistînê ji niha ve bi sê dewletan, li Afganistanê bi qasî hejmara eşîran bi dewletokan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe elîtên desthilatdarî û dewletê têra xwe bûne bar û li van ên nû bêne zêdekirin, wê ev bi tenê zordestî û mêtinkariyê zêdetir bike û ji vê pêve encameke din dernaxe holê. Ev jî tê wê maneyê pirsgirêkên civakî û şer ê zêde bibin. Şoreşa Kurdistanê çareseriya neteweya demokratîk bi rêveberiyên konfederal û avakirina otorîteya demokratîk bi sazî bike, ev model ê girêkên kor ên desthilatdariya hezarê salan a Rojhilata Navîn û nexweşiyên wê yên dewletdariyê karibe çareser bike û rê li ber veguherînên bi kok veke. Tişta ku çand û gelên Rojhilata Navîn pirr hewcedarî wê ne, otorîteya demokratîk e. Ji bilî vê, ceribandina hêzê û pêngavên çareseriyê yên xwe disipêrin erka dewletê, çawa ku me di mînakên wan ên heta niha ceribandî de dîtine, wê rê li ber jiyanekê vekin ku di bin pirsgirêkên giran ên civakî de bimîne.
Yekîtiya Neteweyên Demokratîk
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin. Hingê Şoreşa Kurdistanê wê bi Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ên Rojhilata Navîn gerdûnî bibe. Gelek yekeyên dewleta netewe yên modernîteya kapîtalîst weke Neteweyên Yekbûyî û gelek yekîtiyên herêmî (yekîtiyên dewleta netewe yên li Ewrûpa, Asya, Emerîka û Efrîkayê), ji roja hatine avakirin heta niha ji ti pirsgirêka herêmî û global re çare nedîtine. Ji ber ku dewleta netewe ji aliyê binyewî ve xetimiye û bi sedema kapasîteya wê ya ku pirsgirêkan mezin dike û wan paşve dixe, yekeyên Neteweyên Yekbûyî û yekîtiyên herêmî yên bi vî rengî jî di heman rewşê de ne.
Ji pirtûka Rêber Apo ya bi navê Manîfestoya Neteweya Demokratîk hatiye berhevkirin.