Em di berxwedanê de bi israr in

În 6 Kanûn 2024 - 02:35

Jinên berxwedêr ên taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê dan zanîn ku dev ji têkoşîna xwe bernadin û gotin:"Em di berxwedanê de bi israr in."

Şerê ku bi armanca teslîmkirina taxên Helebê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 8'em de berdewam dike. Bi berdewamkirina şerên li ser taxên Helebê yên ku berê di bin kontrola Hikumeta Şamê de bû berxwedana gelê taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê jî didome. Jin, mêr, kal, pîr û ciwan bi her awayî parastina taxa xwe dikin.

Taxa berxwedanê 

Suad Hesen da zanîn taxa wan bi taxa berxwedanê tê nasîn û got:"Ji destpêka şer a ku li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê hat meşandin ku di sala 2013'an de bû me di hemû pêvajoyên wê de li ber xwe da. Îro jî ev taxa me bi taxa berxwedanê tê nasîn."

Em di berxwedanê de bi israr in

Suad Hesen da zanîn ew di dewamkirina berxwedanê de bi israr in û got:"Ev çeteyên ku êrîşê bi ser berxwedana jinê de didin meşandin dixwazin derbeyê li berxwedana me bidin ku em taxa xwe neparêzin lê wê ev yek pêk neyê. Ji ber ku em hemû jinên taxê di dewamkirina berxwedana xwe de bi israr in."

Dev ji têkoşîna xwe bernadin 

Di heman demê de Elîsar Can jî da zanîn ew tu carî dev ji têkoşîna xwe bernadin û wiha pê de çû:"Tevî dewamkirina êrîşên li ser Helebê jî berxwedana me di hundir taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike."

Şerê gelê şoreşgerî 

Emîne Ehmed jî nêrîna xwe parve kir û wiha got:"Îro em bi berxwedana xwe li tenişta şervanên parastina Şêxmeqsûdê disekinin û ji hemû aliyan ve çi ji me tê xwestin em dikin. Bi şerê gelê şoreşgerî em bi ser dikevin."

JINNEWS/HELEB

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.