Li Sûriyeyê şerê dijwar

Nûçeyên Cîhan

În 29 Mijdar 2024 - 00:11

Di şerê çeteyan û hêzên Şamê de nêzî 90 kesî hatiye kuştin, hemwextî wê jî çete li gundewarê rojavayê Helebê bi pêş de diçin û nêzî rêya Heleb-Idlibê bûne. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku heta niha di şer de 52 çeteyên Tehrîr El Şam hatine kuştin, her wiha 37 leşkerên hêzên Şamê hatin kuştin, 5 leşker dîl hatine girtin, depoyên çekan, erebeyên leşkerî û çekên giran hatine desteserkirin.

SOHRˋê eşkere kir ku çete li gundewarê rojavayê Helebê bi pêş de diçin û êdî nêzî rêya Heleb-Idlibê ya kevn bûne û kêmtirî 10 kîlometre ji bajarê Helebê vê nêz in û bi çend kîlometreyan ji Nibul û Zehra ve nêz in. Li gorî SOHRˋê heta niha Heyet Tehrîr El Şam 21 gund, bajarok û nuqteyên girîng di kêmtirî 12 saetên ji destpêkirina şer de kontrol kirine. Ji wan nuqteyên herî girîng, Foca 46ˋan, bajarok û gundên Orm El Kubra, Encara, Orm El Suxra, Şêx Eqîl, Bala, Acil, Uwêcil, Hote, Til Deba, kargeha Ziêtirî, Hêrdirkil, Qubtan El Cebel, Selom, Cumiyet El Meerî, Cumiyet El Seidiye, Qasimiye, Keferbisên, Hor, Eznar, Beserton ên li gundewarê rojavayê Helebê, ji hêla çeteyan ve hatin kontrolkirin. SOHRˋê diyar kir ku hêzên Şamê bi sedan guleyên obîsan avêtin nuqteyên li bakurê rojavayê Sûriyeyê, balafirên şer ên Şam û Rûsyayê 26 caran gelek nuqteyên çeteyan bombebaran kirin.

ANHA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.