Hevpeymana PDK´ê li ber parçebûnê ye

Sêşem 10 Gulan 2022 - 22:18

  • Endamekî Hevpeymana Nesir got, rewşa siyasî ya Iraqê avakirina Hikûmeta giştî ji aliyê Sedir ve red dike û hevpeymana sêalî jî li ber parçebûnê ye.

Endamekî Hevpeymana Nesir got, rewşa siyasî ya Iraqê avakirina Hikûmeta giştî ji aliyê Sedir ve red dike û hevpeymana sêalî jî li ber parçebûnê ye. Pisporekî yasayê jî dibêje, tenê du bijarde li ber parlamenê hene, yan wê serokkomar were hilbijartin, yan jî wê parlamen xwe fesix bike.

Piştî hilbijartina beriya wexta xwe ya 10’ê Cotmeha 2021’ê ya Iraqê bi 7 mehan, ne hikûmeta nû hatiye avakirin, ne jî serokkomar hatiye hilbijartin. Hewldan hene, lê heta niha ji bo avakirina hikûmeta nû, aliyên siyasî li hev nekirine.

Hevpeyamana Sedr, Suniyan û PDK’ê ji bo pêkanîna hikûmeteke pirraniyê bi israr in. Çarçoveya Hemahengî û YNK jî dixwazin hikûmeteke hemû aliyên siyasî, were avakirin.

Endamê Hevpeymana Nesir, Azim Hemdanî li ser guhertinên dawî yên aliyên siyasî ên ji bo avakirina Hikûmetê, ji Rojnews re got; “Niha welat di rewşeke xirab a siyasî, aborî û ewlekariyê de ye. Hîna jî aliyên siyasî di rewşa danûstandinê de ne.”

Azim Hemdanî wekî din got, rewşa siyasî ya Iraqê hikûmeteke giştî ya ji aliyê Eniya Sedir ve red dike, parlamenên serbixwe jî li ser sê aliyên siyasî yên cûda hatine belavkirin.

Hemdanî li ser helwêsta nû ya aliyên siyasî jî da zanîn ku hemû aliyên siyasî dixwazin ji bo parastina welat, hikûmet pêk were.

Azim Hemdanî di dawiyê de behsa hilweşandina hevpeymana sêalî ya di nava PDK, aliyê Sunnî û Sedr de jî kir û got; “Ji ber cûdahiyên navxweyî, hevpeymana sêalî di pêvajoya parçebûnê de ye. Li gorî agahiyan, zêdetirî 25 parlamenter wê ji hevpeymanê veqetin.”

Çaresernekirin dibe kozek ji bo Tirkiyeyê

Pisporê yasayê Elî Temîm jî li ser heman mijarê got, ji bo civîna parlamenê ya ji bo hilbijartina serokkomarê Iraqê, du bijarde li ber parlamenê hene: “Ya yekem divê ji sêyan 2´yê parlamenteran amade bin, yan jî parlamen were fesixkirin. Li gorî madeya 64´an a destûrê, parlamen dikare xwe fesix bike.”

Elî di dawiyê de got, dewamkirina vê qeyranê, bandorê wê li ser rewşa ewlekarî û aborî bike, ev jî weke karteke zextê dikeve destê Tirkiyeyê de.

ROJNEWS/BEXDA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.