Kesê bi navê Îbrahîm Gûçlû li ser nîvîsa min ya bi navê "Xwekuştina Kesayetiyekê ango Beşîkçî" di malpera Kovara Bir de nivîsandiye û ez weke "Xulam" bi nav kirime.

Bi salan e ev bêbext bi awayekî bêsinor êrişê şoreşê dike. Em ji bo rûpelên me qirêj nebin naxwazin navê wî binivîsin, lê ew vêna li gorî xwe şirove dike. Bi gotina, "Yê bi edeb ji ber edeba xwe deng nake, lê bêedeb dibêje qey ji tirsan e" mirov dikare vê rewşê rave bike.

Vêca ev ê kirêt ku ji bajarekî bi navê "şeref"ê tê naskirin, lê bi xwe hejar û feqîrê rûmetê ye, çima hinde dijminê şoreşê ye?

Sedem jî diyar e; di salên 70´yî de qaşo qelemşorekî Kurd bû û bi amadekariya şoreşeke çekdarî rabûbû. Lê wî hîna ji destpêkê ve karê xwe yê bêyom kir û rêxistina di nav de ji hev parçe kir. Lewra li gorî wî hevalên wî yên din bûrjûwa bûn, lê ew qaşo proleter bû! Piştre baz da çû Swêdê. Li wir jî tekane karê wî dijminatiya PKK´ê bû. Bi salan li wir ma. Di wê demê de gêncên ku bi wî bawerî anîbûn, li benda wî bûn ku vegere û soza dabû bi cih bîne. Lê şoreşger û serkêşê sextekar, venegeriya. Ew welatparêz jî vir de wê de çûn. Gelek ji wan neçar man ku di saziyên dewletê de kar bikin û debara xwe bikin.

Soza wî jî destpêkirina şerê çekdarî li dijî dewleta Tirk bû. Lê ew cesaret û wêrekî pê re nebû. Bileksê wî li dijî şoreşê li xebatên xwe yên xayînane dewam kir. Li ku pêşketineke dîrokî ya Kurdan qewimî, ew li wir peyda bû. Ji aliyê leşkerî, siyasî, çandî û wekî din ve çi destketinên şoreşê hene, êrişê hemûyan kir. PKK bi kê re ket nav pevçûn û nakokiyê, ew li aliyê din sekinî. Gelek caran şêwirmendiya dewleta Tirk kir û got, "Bi PKK´ê baweriyê neynin. Ew çekan bernade, we dixapîne." Heta vê xayîntiya xwe gihand parlamena Tirk û li ser PKK´ê axivî. Li Amedê, li Hewlêrê û her cihê ku bi qasî serê derziyê derfeta dijberiyeke şoreşê hebe, ev Xidoyê Sazlixê* yê serdema me li wir amade ye. 

Di destê wî de weke amûr PDK û Barzanî mane. Ew çi bikin mafdar in. Dr. Şivan û hevalên wî kuştine mafdar in, Silêman Muhînî qetil kirine û dane destê şahê Iranê mafdar in, 700 pêşmergeyên YNK´ê kuştine ma çi bûye, li tankên Îranê siwar bûne û bi dehan gundên Rojhelat wêran kirine mafdar in, li tankên Sedam siwar bûne û Hewlêr radestî dijminan kirine mafdar in, bi tankên Tirkan bi hezaran gerîla şehîd kirine û bi sedan jî radestî Tirkan kirine mafdar in. Başûr kirine gendelîstan, talan kirine, gel ji birçîbûnê îsyan dike, ne xem e. PDK li gel MÎT´a Tirk serê rojnamevanan jê dike, ew jî xizmetek e. 18 hezar pêşmerge ji şingalê direvin, 5 hezar jin û zarokên Êzîdiyan teslîmê DAIŞ´ê dikin, ew jî kirineke rast e. Barzanî li gel ku dema serkariya wî ya herêmê diqede jî dibêje, ez naçim û bi salan bi darê zorê dest datîne ser rêveberiya Başûr, ew jî rewa ye.

Ev kesayet ji bo van hemûyan parastvan e. Lê ji bo PKK´ê û şoreşa 40 salan dijber e, dijmin e.

Baş e ev ê kirêt çima wiha dike?

Helbet sedem gelek in, lê mirov dikare li ser du xalan dabeş bike:

Ya yekem, wî û hevalên wî yên ku dûvre bûn tirşikçî, nekarîn şoreşekê bidin destpêkirin. Şoreş li  aliyekî, guleyek jî neteqandin. Lewra doza wan bi PKK´ê re heye. PKK çima rûyên wan eşkere kir?

Ya duyem jî kurtêlxwariya aborî û siyasî ye. PDK bi dewleta Tirk re her cûre hevkariyê dike, ji devê zarokên Kurdan didize û dide yên wek wî.

Gotina dawî, Beşîkçî ji ber ked û êşa kişandî hîna jî xwedan derfet e ku vegera ser riya zanistiyê. Lê yên wekî te li hemberî dîrokê rûreş in.

Weke mezinên Kurdan gotine, ji hesinê te yê bê esas tevir û das dernakeve. Lê tu yê hîna demek jî bibî destûlingên dijminan. Cihê te jî wê mîna cihê Xidoyê Sazlixê û bi sedan xayînên Kurdan be…

Eger em bên ser mesela xulamtiyê. Xulamtiya gelê Kurd û welatê Kurdistanê ji bo min rûmet e. Heta mirinê di xizmetê de me. Ez mîna te ne xulam û xizmetkarê dijminan im.

* Xidoyê Sazlixê: Di dengbêjiyê de fîgûreke xayîn û noker e. Ew kes e ku mûxbiriya welatparêzên Kurd dikir, ew didan kuştin û ji bo gustîla zêr tiliya wan ji kokê ve jêdikir.