Herî kêm 61 Kurd şehîd kirine

Pêncşem 10 Mijdar 2022 - 03:33

Rejîma Îranê bi sazî û dezgehên xwe yên li paytext Tehranê biryar da ku li qederê 15 hezar xwepêşanderên girtî, cezayê darvekirinê karibe bê birrîn. Lê dîsa jî nekarî pêşiyê li xwepêşandanan bigire. Doh ji bo piştgiriya xelkê Belûcistanê li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê greva giştî hebû. Rêxistinên şopandina mafê mirovan ên ji Rojhilatê Kurdistanê jî dan zanîn ku hêzên rejîmê ji destpêka raperîna “Jin jiyan azad” ya ji ber şehîdkirina Jîna Amînî, ji 16´ê Îlonê ve bêhtirî 5 hezar welatiyên Kurd birîndar kirine.  

Li gorî rêxistinên mafê mirovan li 38 bajar û navçeyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê herî kêm 61 welatiyên Kurd hatine şehîdkirin û bêhtirî 5 hezar welatiyan jî hatine birîndarkirin. 

Ji van 61 şehîdan, 51 yekser bi guleyên hêzên rejîma Îranê hatine şehîdkirin. Hêzên rejîmê 5 welatî jî bi êşkenceyê şehîd kirine. Wekî din 4 welatî bi derbe hişkan hatine şehîd kirin û welatiyek jî ji ber zêde bikaranîna gazên îsotê û yên din fetisîne û şehîd bûye. 

Ji van 61 kesan, 53 li bajar û navçeyên Kurdistanê şehîd bûne. 8 ji wan jin û 11 jî zarok bûne.  

Li Sine 12 welatî, Li Kirmaşanê 6 welatî, li Mehabadê 6 welatî, li Oşnoviyê 5 welatî, li Urmiyê 5 welatî, li Îslamabada Xerbê 3 welatî, li Pîranşarê 3 welatî, li Baneyê 3 welatî şehîd bûne.

 

Rewşa birîndaran

Di dema xwepêşandanan de li gorî texmînên van saziyên mafê mirovan bêhtirî 5 hezar welatiyên Kurd hatine birîndarkirin û ji van rewşa 20´an giran e. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.