Herderê bikin qada berxwedanê!

Pêncşem 11 Tîrmeh 2024 - 03:15

  • Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku divê têkoşîn li ser bingeha tundiya şoreşgerî bê meşandin û got: Divê hemû qadan bikin qadên şerê antîfaşîst û berxwedanê. Hêzên şoreşger û demokratîk divê têkoşînê hîn radîkal bikin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan şer û têkoşîna ji Zapê heta Dersimê, gefa faşîst a li qadan, êrişên tasfiyekirinê yên li ser Şoreşa Rojava û salvegera 42'emîn a Berxwedana 14'ê Tîrmehê ji Medya Haber TV re nirxand.

Kalkan di destpêka nirxandina xwe de behsa tecrîda mitleq a li ser Rêber Abdullah Ocalan kir û wiha got:’’Destpêkê Rêber Apo bi rêzdarî silav dikim. Her kesên ku li ser bingeha pêngava me ya azadiyê ya navneteweyî têdikoşin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate destpêkirin, silav dikim. Serketinê ji wan re dixwazim. Me berê jî gotibû; cihê vê sîstema Îmraliyê di nava hiqûqê de nîne. Ji her alî ve lawaz e lê belê aliyê wê yê herî lawaz aliyê hiqûqî ye. Ev yek hîn bêhtir şênber dibe. Hemû derdor, bi taybetî derdora hiqûqî zextê dike. Baroya Parîsê li CPT kete nava hewldanan. Banga Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hebû. Parêzeran agahiyên girîng dan CPT. Me berê jî gotibû; em dixwazin fêhm bikin bê rewşa rastî ya CPT çi ye. Mînak li Azerbaycanê mudaxîl bû. Di çarçoveya mijarên ku ji bo Îmraliyê dibêjin ew nikarin tiştekî bibêjin, li Azerbaycanê gotine. Xuya ye mîna gotina wan nîne. Ya rast, saziyên ku weke saziyên demokratîk ên navneteweyî, saziyên mafên mirovan ên Ewropayê ji wan re tê gotin, erk û berpirsyariya xwe bi cih naynin. Bi rengekî mirovî nêzîk nabin. Heta dawiyê di nava helwesteke berjewendîparêz û siyasî de ne. Ji ber vê jî dibin şirîkê vî sûcî. Têkoşîna girseyî ya li hemberî vê girîng e. Têkoşîna pêngavî ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo nikare bê lawazkirin. Berevajî vê yekê divê her gavê hîn xurt bibe, mezin bibe. Bi taybetî li Tirkiyeyê li dijî faşîzma AKP-MHP'ê divê têkoşîn hebe. Divê têkoşîna demokrasî û azadiyê li ser bingeha azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê meşandin. 

Tişta tê kirin Îlhaq e!

Kalkan şerê li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî wiha nirxand:’’Bi 3'ê Tîrmehê re hin rewşên nû hene. Rewşa nû çi ye? Ya nû bi vî rengî ye: Yekîneyên zirxî, tank, wesayitên zirxî yên dewleta Tirk ji rêyên di bin kontrola Iraq û PDK'ê de ne bi hêsanî tevdigerin û li hin deveran bi cih dibin. Li hin deveran bi cih bûn. Dewleta Iraqê dengê xwe nake, erê kiriye. Di pratîkê de ji xwe PDK piştgiriyê dide, dibe alîkar. Cihên xwe vala dike, dide yekîneyên Tirk. Li gelek qadan kontrol derbasî yekîneyên dewleta Tirk dibe. Li Bexdayê biryar li ser vê yekê dan. Mesûd Barzanî çû Bexdayê. Destûr dan û bi hev re ji şeva 3'ê Tîrmehê ve bi vî rengî tevgeriyan. Li binê êrişa dagirkerî û îlhaqkirina Kurdistanê îmzeya Mesûd Barzanî heye. Di binê hemû karên qirêj de îmzeya wî heye. Divê ev rewş bê zanîn. Faşîzma AKP-MHP'ê herî dawî di 16'ê Nîsana 2024'an de li xeta Metînayê dest bi pêvajoyeke nû ya êrişê kir. Niha jî bi PDK û Iraqê re di encama bazarî û dîplomasiyê de ku ji zivistanê ve dimeşîne, bi yekîneyên zirxî ketin nav û dixwazin qadê bi dest bixin, encamê werbigirin. Li wê derê her tişt dikeve destê dewleta Tirk. Li xeta ku min qalê kir sînor çêdike dewleta Tirk. Qada li bakurê wê xetê bi temamî ketiye destê dewleta Tirk. Ji bin rêveberiya PDK û Iraqê derdikeve. Îlhaq ev e. Ev yek weke îlhaqê pênase kirin. Pênasekirina rast ev e. 

Gerîla û gel encamê diyar dikin

Gelo ev ê pêk were? Daxwaza dewleta Tirk ev e. Ya ku Iraqê û PDK'ê jî qebûlkiriye bi vî rengî ye. Lê belê li hemberî vê yekê berxwedaneke mezin a gerîla heye. Vaye her roj şer diqewime, çalakî pêk tên. Gerîla rojane 10-15 çalakiyan dike. Helwesta raya giştî wê çawa be? Berxwedana gerîla, nêzîkatiya gelên Başûr û Iraqê, nêzîkatiyên gelê Kurd û raya giştî wê encamê diyar bike. Destpêkê ez gerîlayên ku li Girê Bihar, hemû girên Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û li hemû Metînayê li ber xwe didin, bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Em ê li ber xwe bidin, bila her kes bizane. Gerîla û gelê Kurd ê welatparêz wê ji bo azadiya xwe li dijî êrîşên qirkirin û dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, heta dawiyê li ber xwe bidin. Hevkar, xayîn ew çawa dikin bila bikin, ew dizanin. Helbet wê li dijî wan têkoşîn jî bê kirin. Lê gelê welatparêz û gerîlayên azadiya Kurdistanê teqez wê bi ser bikevin.

Divê ji PDK’ê re bêjin Êdî Bes e!

PDK dixwaze ji derveyî xwe ti rêxistinê li Kurdistanê nehêle. Hat dîtin ku çawa YNK’ê hedef girtin. Xwestin YNK’ê jî bikin hevkarê vê yekê. Êdî ewqasî çavê wan sor bûye. Bila Mesût Barzanî bizane ku, em dizanin dema Rêber Apo çûyî Romayê, ji bo Dadgeha Romayê Rêber Apo bidarizîne çiqasê dosya dan dozgeriya Romayê! Ew dosya di destê me de ne. 26 sal in Rêber Apo li Îmraliyê bi destê kê tê girtin? Em van baş dizanin.

Li aliyê din ev malbat veguherî xanedanê; tê gotin eşîra Barzanî. Berê şerekî eşîretê dimeşandin. Niha jî binêrin, herêma gelek eşîran firotin. Qadên Bradostan, Rêkaniyan, Nêrwehiyan, Berwariyan, Gulîliyan, Sindiyan firotine Tirkiyeyê. Bi vî rengî ji bo ewlehiya Barzaniyan mîsoger bikin, Tirkiyeyê bi cih dikin. Diyana girtin, Hewlêr girtin, bajarê Barzanî çêdikin. Têr nabin. Dixwazin Kerkûk û Silêmaniyê jî bigirin. Divê mirov van rawestîne. Divê mirov ji vê re bêje bes e. Divê hemû Kurd rastiyê bibînin. Divê rêxistinên Kurd rastiyê bibînin. Divê hemû rêxistinên Kurd li dijî vê yekê têbikoşin. Ji vî rengî cudatir nabe. Sînorên din bi temamî derbas kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.