Her mal wê bibe dibistan

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 7 Cotmeh 2022 - 05:43

Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), bi boneya Roja Mamosteyan a Cîhanê li avahiya xwe ya li navçeya Peyas a Amedê pîrozbahiyek li dar xist. Di pîrozbahiyê de rêveberiya MED-DER’ê kulîlk dan mamosteyan. Partiya Herêmên Demokratik (DBP), mamosteyên Kurdî û endamên MED-DER’ê tevlî pîrozbahiyê bûn.

Ewilî Hevseroka MED-DER’ê Şukran Yakût axivî û malavahî û bixêrhatina mêvanan kir. 

 

‘Deh wê bibin hezar û hezar bibin deh hezar’

Paşê, hevserokê MED-DER'ê Rifat Ronî got, 5’ê Cotmehê Roja Mamosteyan a Cîhanê ye û lê ev sed sal in ku gelê Kurd ji perwerdehiya zimanê dayîkê bêpar e. Ronî di dewamê de wiha peyivî: “Ti derfet nehatiye dayîn ku hetanî îro mamosteyên Kurdî werin gihandin û hejmara wan zêde bibe. Ji destpêka Komara Tirkiyeyê hetanî niha ji bo ku perwerdehiya zimanê Tirkî bidin milyon û 500 hezar mamoste li ser kar in. Ji bo bi milyonan Kurdî heta niha ji bo gihandina mamosteyên Kurdî û ji bo avahiyên perwerdehiyê ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve ti gav nehatiye avêtin. Tevî vê rewşê û zext û zora li hember zimanê Kurdî jî ku dewleta Tirkiye dike, bi dehan mamosteyên me li vir in û ev deh dê bibin hezar, hezar dê bibin deh hezar û her maleke me dê bibe dibistan. Ez malavahiya tevahiya memosteyên ku em anînê vê demê dikim." 

 

‘Mamostetiya zimanê Kurdî bi nirx e’ 

Hevserokê DBP’a Amedê Hayrettîn Altûn jî axivî û da zanîn ku wî 25 salan mamostetiya zimanê Tirkî kiriye û sozek daye ku çiqas ji bo zimanê Tirkî xebitîbe, dê ji bo zimanê Kurdî jî herî kêm ewqasî bixebite. Altûn got, ew bejna xwe li ber dayikên Kurd, li ber jinên Kurd yên hetanî niha zarokên xwe bi zimanê xwe mezin kirine ditewîne: “Ji bo ku em bibin memûrê dewletê em şandin dibistanan. Di wan dibistanan de makîneya bişaftinê bi rêk û pêk kar dikirin. Saziyên ku li ser zimanê xwe xebatan dimeşînin, ez dizanim ku saziyên herî bi nirx ew in. Ji ber ku gava tu zimanekî biparêzî, tu neteweyekê diparêzî, tu civakekê diparêzî. Di cîhanê de mamoste wekî endezyarên jiyanê tên pênasekirin. Di cîhanê de tişta herî bi nirx mamostetiya zimanê Kurdî ye. Ji ber wê yekê, ez li hember mamosteyên me yên ku li ser Kurdî dixebitin û şopdariya ziman û çanda Kurdan dikin, bejna xwe ditewînim.”

Çalakî bi kilamên dengbêjiyê bi dawî bû.

MA/AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.