Heqaret li şehîdî kirin
Duşem 29 Tebax 2022 - 21:33
- Dewleta Tirk a dagirker heqareta li cenazeyên şehîdên Kurdistanê dewam dike. Rayedarên dewleta dagirker doh cenazeyê şehîd Hakan Arslan ê ji şehîdên Berxwedana Xwerêveberiya Sûrê, di kîsekî de da bavê wî Alî Riza Arslan.
Hestiyên Hakan Arslan ku di dema êrişên dewleta Tirk ên li dijî Rêveberiyên Xweser ên Bakurê Kurdistanê de li navçeya Sûrê ya Amedê şehîd bûbû, piştî 7 salan dan bavê wî. Lê dewleta Tirk cenaze di kîsekî de da bavê şehîdî, Alî Riza Arslanî. Ev ehqareta li cenaze û li malbatan, bû sedema nerazîbûnê. baroya Amedê giliyê berpirsiyarên vê rewşê kir.
Hestiyên Hakan Arslan ê di dema Berxwedana Xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de li navçeya Amedê Sûrê 2’yê Kanûna 2015’an şehîd bûbû, piştî 7 salan, di kîsekî de radestî bavê wî hatin kirin. Di mijdara 2021’ê de di encama testa DNA´yê de hatibû tesbîtkirin ku yên Hakan Arslan in, ji Saziya Tiba Edlî (ATK) şandin Edliyeya dagirkeriya Tirk a li Amedê. Hestiyên Arslan ên ku roja pêncşemê gihiştin Edliyeya Amedê, ji wê rojê ve li odeya dozgerê ku bi dosyayê ve mijûl dibe, dihatin sekinandin.
Êşkence li bavê şehîd kirin
Bav Alî Riza Arslan, li ser agahdarkirinê ji Erziromê çû Amedê, çû Edliyeya dewleta Tirk a li Amedê. Dewleta Tirk a dagirker, hestiyên kurê Arslanî, di kîsekî de radestî wî kirin. Yanî êşkence li bav û heqaret li mîrateya şehîdî kirin. Bav Alî Riza Arslan, tevî cenazeyê kurê xwe, berê xwe da Erziromê û li Erziromê ew ê cenazeyê kurê xwe veşêre.
Baroya Amedê giliyê dewleta Tirk kir
Baroya Amede giliyê wan berpirsên dagirkeriya dewleta Tirk kir ên ku cenazeyê Hakan Arslan ê li Sûrê şehîd bûbû piştî bi 7 salan di kîsekî de radestî malbatê kirin.
Baroya Amedê giliyê berpirsiyaran li Serdozgeriya Amedê kir. Baroya Amedê xwest rayedarên ku cenaze ango hestiyên şehîd bi vî awayî dane bavê wî, ji ber sûcê “Wezîfeya xwe xerab bikaranînê” û “bêhurmetiya li hemberî bîranîna kesî” werin dadgehkirin.
Ne cara pêşî ye
Di 10’ê Nîsana 2020’an de cenazeyê şehîd Agît Îpek ê gerîlayê HPG’î yê ku di 23’yê Gulana 2017’an de li Girê Xelasor ê Dêrsimê di şer de şehîd bûbû, bi kargoyê ji malbata wî ya li amedê re hatibû şandin.
Dewleta Tirk da dagirker cenazeyê şehîd Mahsûn Aslan ê HPG’î yê di Hezîrana 2018’an de li Dêrsimê di şer de şehîd bûbû jî bi qutiyê weke kargo 2´yê Tabaxa 2021´ê ji midûriyeta polêsan a Erxeniyê re şandibûn û malbatê jî ji wir rahiştibû cenaze wergirtibû û heman rojê li Taxa Yayvantepe ya Erxeniyê spartibû axê.
AMED