Hepsê bi Kurdî nivîsî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 29 Kanûn 2020 - 01:54

  • Di sala 2020´an de ji 10 kitêbên nivîskarên hepsî yên ji weşanên Aryen û Sîtavê derketin, 6 bi Kurdî bûn. Ji bilî van nivîskar û helbestkarê hepsî erd. agron kitêbeke Asli Erdoganê wergerand Kurdî.  

MIHEME PORGEBOL

 

Di vê sala 2020’an de ku pirsgirêkên xuyabûn û xwegihandinê têra xwe beloq bûn, nivîskarên hepsî nivîskariya xwe dewam kir. Ji berhemên wan herî kêm 11 jî hatin weşandin. Heft ji van jî tevî wergereke ber bi Kurdî ve, bi Kurdî bûn. Weşanên Aryen û Sîtav deriyên xwe li nivîskarên hepsî vekirine. Aryenê 9 û Sîtavê jî 2 kitêb derxistin.

Dilopek Ji Ava Jînê

Rizgar Turhan ê ev 25 sal in girtiye, romana xwe ya bi navê Dilopek Ji Ava Jînê da weşandin. Weşanên Aryen ev kitêb derxist. Di romanê de bûyer li dora karakterê bi navê Kerîm digerin. Di romanê de zimanê gotinê, sêwirandin û qehremanên romanê, bi xweza û çanda Kurdî re di nav hev de ne û li hev dikin. Ev aliyê romanê balê dibe ser xwe.

Dizên nasnameyan

A. Latîf Karaaslanli jî kitêba xwe ya pêşî bi navê Dizên Nasnameyan daye weşandin. Weşanên Aryen ev romana hanê derxistiye. Nivîskarê 1978´an hatiye dinê, pirraniya temenê xwe di hepsê de bihurandiye. Dizên Nasnameyan li ser têkiliya ferd û civakê ya bi nasnameyê re ye. Di romanê de xirakeriya bênasnametiyê li ser dinya manewî û hestan a ferdan e. Nivîskar gava bi tolhildan û hêrsa kesên bênasnamehiştî dadikeve, vê di nava sînorên şidetê de nake, lê di nava sînorên dinya hestan a ferd de dike. 

Ra Hanorya

Kitêba helbestan a Ra Hanorya jî ji wan kitêban e ku nivîskarê wê di hepsê de ye. Rafel Akgun Tespo ev 29 sal in girtiye. Ev kitêb berhema wî ya yekê ye û Weşanên Aryen kitêba wî derxistiye. Şairê hepsî, xwezayê, tiştê û her tişta bi cism tevî ruhên wan di helbestên xwe de dide hiskirin. Tevî vê ew hepsîbûna xwe ya 29 salan û hesreta xwe ya azadiyê jî dide hiskirin. 

Rêwingî

Mahmut Yamalak yek ji wan nivîskarên girtî ye yên ku herî zêde hildiberînin. Îsal jî romana wî ya bi navê Rêwingî ji Weşanên Aryen derket. Rêwingî behsa jiyanên di navbera şer û dagirkeriyê de dike. Di berhemê de em şopên bibîranînên li derveyî hepsê yên nivîskarê bêhtirî nîvê temenê xwe di hepsê de bihurandî jî dibînin. Nivîskarê 1969´an hatiye dinê, beriya niha jî romanên Mermer Kanatlı Kuşlar û Tarîderya nivîsandibûn. Ew nivîskariya xwe ji Hepsa Bunyan a Kayseriyê dewam dike.

Temenên Li Ber Bahozê

A. Hekîm Kozluk sala 2018´an bi cûreyê fabl kitêba Zirgewre nivîsandibû. Wî îsal jî romana xwe ya bi navê Temenên li Ber Bahozê bi Weşanên Aryen da çapkirin. Nivîskarê sala 1974´an hatiye dinê, ji 1992´yan ve di hepsê de ye. Wî berê ji kovar û rojnameyên weke Tûrik, Çirûsk, Roza, W, Hawara Botan, Azadiya Welat re nivîsandibû. Temenên Li Ber Bahozê behsa bûyereke li bajarekî dike. Bûyer li Nisêbînê diqewime û bi gotina li ser dagirkerî û xirakeriyê roman tecrûbeyên civaka Kurd rave dike.
ji bilî van kitêban, ji Aryenê wergera kitêba Asli Erdoganê ya bi navê “Avahiya Kevirî û Ên Din” derket, Wergera kitêbê nivîskar û helbestkarê hepsî erd. agron kiriye. 
Wekî din Weşanên Sîtav jî kitêba çîrokan a Mehmet Gur a bi navê Rêwitiya Çavşînê weşand. Mehmet Gur li Hepsa Tîpa F ya Wanê girtiye. 

4 kitêbên bi Tirkî

Ji bilî van kitêbên bi Kurdî, Weşanên Sîtav ceribandina nivîskarê girtî Ferdi Îbek a bi navê Özgürlükler Ülkesi jî weşand.
Weşanên Aryen jî kitîba du nivîskarên girtî Ramazan Çeper û Ekrem Baydogan a bi navê Kurt Edebiyatinin Sosyo-Politik Analizi, ferhenga bi navê Kürt Mitolojisi Sözlüğü ya Ramazan Çeper, û romana bi navê Goçmen Kuşlar a nivîskarê hepsî yê ciwan Remzî Akyurek jî weşandin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.