Bi stranên şoreşgerî piştgiriyê dide Rojava

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 26 Çile 2026 - 01:25

Hunermend Hozan Dîno ji bo pişgiriya rojavayê Kurdistanê dê li Elmenya konserekê bide.

Hozan Dîno ragihand ku ew dê dahata konseran bişîne rojavayê Kurdistanê û got, “Ez ji bo hevxemiyê stranên şahiyê nabêjim, ez dê tenê stranên şoreşgeriyê bibêjim.”

Dîno li ser konsera xwe ya ku ewê di 31'ê rêbendana 2026'an li bajarê Stuttgartê yê Elmanyayê bê lidarxistin got: “Hîn 7-8 roj ji vê konserê re mane û firotina bilêtan berdewam dike. Dê hemû dahata vê konserê wekî alîkarî ji bo xelkê me yê rojavayê Kurdistanê were şandin.” Hozan Dîno teqez kir ku ew wekî hevxemiyek ji bo êşa xelkê rojavayê Kurdistanê di konserên xwe de stranên şahî û dîlanê nabêje û dê tenê stranên şoreşgeriyê pêşkêşî hezkiriyên xwe bike.

‘Kî çi ji destê wî tê divê bike’
Hozan Dîno ji bo xelkê rojavayê Kurdistanê bangî karsaz û hunermendên din ên kurd jî kir û got: “Mixabin li Rojavayê rewş nebaş e û xelkê me di rojên zehmet re derbas dibe. Lê divê em li ser pêyan bin, bihêz bin û xebatên xwe bidomînin. Kî çi ji destê wî tê pêwîst e bike. Bi taybetî divê hunermend ji bo gelê me alîkar bin. Her wiha karsaz, rewşenbîr û civaknas kî hebe divê çi ji destê wî tê bo gelê me bike. Wekî Dîno çi ji destê min bê ez dê di paşerojê de jî ji bo gelê me xebatên wiha bikim.”

Hunermendê kurd her wiha hêviya xwe anî zimên ku di paşerojê de li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî konseran saz bike û hunera xwe pêşkêşî xelkê bike.

ELMANYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.