Hem hevdîtin hem qirkirin

În 17 Çile 2025 - 03:05

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne û tevî banga Rêber Abdullah Ocalan a ku qonaxa şer veguherînin qonxa aştiyê, lê hewl dide ku herêmên din dagir bike. Di vê çarçoveyê de serokê Yekitiya Parêzeran a Hesekê Kawa Fatimê got:“Pêşniyazên Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidawîkirina serdema şer û tundiyê ne. Her wiha ji bo peydakirina çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn in. Dewleta Tirk a dagirker dixwaze projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tune bike, lewma êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin. Li aliyekî din jî, hewl dide di nava sînorên xwe de gavekê ber bi aştiyê û demokrasiyê ve bavêje, ji lew re destûr da ku hevdîtin bi Rêber Abdullah Ocalan re were kirin. Ev nakokiya mezin a di siyaseta Tirkiyeyê de nîşan dide. Li aliyekî banga aştiyê dike û li aliyekî din jî êrişên dijî bajaran û piştgiriya çeteyan didomîne."

Fatimê diyar kir ku Tirkiye di destwerdana Sûriyeyê de û çareserkirina pirsgirêka Kurd bi bin ket, her wiha nekarî di civaka tirk û kurdan de guhertina demokratîk jî çêke û ev li gotinên xwe zêde kir:"Ji ber wê hewl dide bi rêya perspeketîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê bidawîkirina şerê çekdarî yê bi kurdan re, çareseriyekê peyda bike. Rêber Abdullah Ocalan wek çareserî, modela konfedraliyê yan jî federaliyê ji gelên Rojhilata Navîn re pêşkêş kir." Fatimê destnîşan kir ku tev ku dewleta Tirk lihevkirinên Eqebeyê îmze kirin, lê di heman demê de dev ji çeteyên xwe yên ku êrişî gelê Sûriyeyê, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin, bernade. Bi nêrîna Fatimê, çawa berxwedana dîrokî ya QSD’ê li Bendava Tişrînê hewldanên dagirkeran bi bin xistin, wê ev êriş jî bi bin kevin.

Dewleta Tirk wêraniyê belav dike

Di heman çarçoveyê de nivîskar û endamê Yekitiya rewşenbîran a kantona Cizîrê Ezher Ehmed jî  got dewleta Tirk di krîzeke hundirîn re derbas dibe û ev yek di daxuyaniyên wê yên binakok de diyar e ku aliyekî gef li Kurdan dixwe û li aliyekî din jî hewl dide bi PKK û Rêber Abdullah Ocalan re diyalogê bike û got:"Tirkiye ji bo ku fişarên hundirîn û derve li ser xwe sivik bike, van gavên taktîkî dixwe. Ji aliyê civata navneteweyî ve ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya reş, hewldan zêde dibin. Mesele ne dijberkirina kesayeta Rêber Abdullah Ocalan e, lê dijberkirina pirsgirêka Kurd e." Li gorî Ehmed, ji ber ku fikra demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan dewleta Tirk dixwaze destketiyên Kurdan, nasname û hêviyên wan tune bike û got: "Pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke cîhanî. Ji lew re dewleta Tirk dixwaze terorê û wêraniyê di Kurdistanê de belav bike."

ANHA/HENAR ÎBRAHÎM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.