Helwêsta netewî divê
Duşem 17 Gulan 2021 - 03:10
- Kartal: Heke rewşenbîr, ronakbîr û siyasetvanên Kurd li hemberî vê êrişê bêdeng bimînin, dinya jî wê bêdeng bimîne. Divê em li dijî Kurdên bêdeng dengê xwe bilintir bikin. Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê guneh e, şerm e.
Di demekê de ku êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê dewam dikin, partî, rêxistin, rewşenbîr, hunermend û rojnamevanên ji çar parçeyên Kurdistanê, ji bo helwêsteke neteweyî li dijî dagirkeriyê nîşan bidin, di komxebata Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) de civiyan.
Bi banga KNK’ê bi navê ‘Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk komxebata helwêsta neteweyî’ konferansa online pêk hat. Nûnerên gelek partî û rêxistinan û rewşenbîr tevlî komxebatê bûn. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewrûpa û Rûsyayê û Emerîkayê ji 200'î zêdetir kes tevlî konferansê bûn û ji bo ku êriş bi dawî bibin, wan got, divê Kurd bibin xwedî helwêsteke neteweyî.
Gerîla wê dagirkeriya Tirkan bişikîne
Piştî axaftina destpêkê, peyema bi dîmen a Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Mûrat Karayilan hat nîşandan. Karayılan derbarê berxwedana gerîla de agahî dan beşdaran û got, ‚‘Niha li seranserê eniyê şer dewam dike. Bi esasî 20 roj derbas bûn, ji bo gerîla serketinek e û encameke mezin e. Em di vê mijarê de bi xwe bawer in, em vê jî bêjin, heger alîkarî ji bo gerîla hebe, wê teqez gerîla dagirkeriya Tirkiye li vir bişikîne. Divê mirov ji vê bawer bike. Alîkarî nebe jî, belkî dirêj bajo lê hedef ew e ku em dagirkeriya Tirkiye bişikînin.''
165 sivîl şehîd bûne
Nûnerê Tevgera Gorran, Dilêr Evdilxaliq li komxebatê axivî, diyar kir meseleya Kurd bi operasyon û êrişan çareser nabe, her wiha bi bîr xist ku ji 2016'an û wir ve bi êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê 165 sivîl şehîd bûne. Evdilxaliq her wiha got, divê meseleya Bakurê Kurdistanê çareser bibe û got, divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Nûnerê Komalayê Adel Elîasî jî di axaftina xwe de diyar kir ku li dijî dewleta Tirk divê helwêsteke xurtir were nîşandan.
Nûnerê PYNK'ê (Partiyên Yekîtiya Netewî ya Kurd) Salih Gedo ku partîya sîwanî ya 25 partiyên Rojavayê Kurdistanê ye, bal bire ser girîngiya helwêsta Kurdistanî ya li dijî êrişên dagirker ên Tirk, xwest ku PKK, PDK, YNK, Gorran, hemû hêzên Kurd bibin xwedî helwêsteke netewî û wî xwest DYE û YE jî demildest tevbigerin.
Armanc ne tenê PKK ye
Li ser navê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê, Hîwa Selîm jî got, ji êrîşên Tirk armanc ne tenê PKK ye, armanc dagirkirina Başûr e û xwest ku Kurd bi helwêsteke neteweyî rabin.
Nûnerê Tevgera Kawa, Huseyîn Erkan jî xwest ku hêzên Kurd hemû destekê bidin berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirker ên Tirk.
Nûnerê PJAK'ê Brahîm Alîpûr jî diyar kir ev şerê ku tê kirin, ne tenê şerê dijî gerîla ye, lê şerê dijî Kurdan e: "Çapemeniya cîhanê jî vî şerî weke şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan dibîne."
Divê Kurd hêza xwe bikin yek
Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd jî got, hedefa êrişan, ne tenê PKK ye: ''Li dijî siyaseta îmha û înkarê divê em hêzên xwe bikin yek."
Serokê Otonomiya Neteweyî-Çandî ya Federal a Kurd Ferhat Patîyev jî got, Kurdên Rûsyayê bi fikar li bûyerên li herêmê dinihêrin û got, dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne.
Her wiha ji nivîskar û rewşenbîran Dr. Çiya Abbas, Kadir Amaç, Faruk Henna Eto (Rûspiyê Sûryanan), Suad Hesso (Nûnerê Êzîdiyên Rojava), Sidik Hessen, Fawzo Abdi, Hazhar Kakayî, Sitera Xûremî, Dr. Kurmanc Gundi yên ku tevlî konferansê bûn jî xwestin ku Kurd bi siyaseteke neteweyî rabin.
PKK´ê ji ‘lîsteya terorê' derxin
Di beşa duyemîn a komxebatê de jî Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal bal kişand ser hêzên ku li dijî êrişên dagirker ên dewleta Tirk bêdeng in: “Heke rewşenbîr, ronakbîr û siyasetvanên Kurd li hemberî vê êrişê bêdeng bimînin, dinya jî wê bêdeng bimîne. Divê em li dijî Kurdên bêdeng dengê xwe bilintir bikin. Bêdengiya li hemberî dagirkeriyê guneh e, şerm e. Divê em vê bêdengiyê şermezar bikin.”
Nûnerê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistan, Baxtiyar Mustafa jî bal kişand ser bêdengiya hin hêzên Başûrê Kurdistanê.
Nûnerê Partiya Pêşverû Hesen Cengo jî diyar kir ji bo şikandina êrişên dagirker divê xebatên yekîtiya neteweyî were kirin û got, “Gerîla û pêşmerge di eniya şer de her dem bi ser ketine lê di warê encamên siyasî yên vê serketinê de em kêm dimînin. Ji ber vê jî yekîtiya neteweyî xwedî girîngiyeke mezin e.”
Nûnera Tevgera Azadî, Tara Hiseyn jî ji bo bidawîkirina êrişan, xwest PKK ji ‘lîsteya terorê were derxistin’.
Hevserokê KON-MED’ê Tahîr Koçer jî diyar kir ku dewleta Tirk ji ber ku Kurdan wekî dijminê xwe dibîne, êrişî destketiyên Kurdan dike û got, “Divê yekîtiya me Kurdan pêk were.”
Komxebat piştî amadekirina pêşnûmaya encamnameyê bi dawî bû. Encamname wê rojên bê ji raya giştî ya Kurd re bê eşkerekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN