Hêlîn Umît: Bêyî Rêbertî fesihkirin nabe
Pêncşem 10 Nîsan 2025 - 03:50
- Hêlîn Umît anî ziman ku Rêber Apo bi tifaqa Kurd û Tirkan firsenda derbasbûna nava sedsala duyemîn a Komarê pêşkêş kiriye û got:"PKK'ê biryarên xwe di dema dixwest pêk bîne wergirt, xist pratîkê. Lê belê guhertina stratejîk bi xwe nekir. PKK nikare xwe bi xwe fesih bike. Bêyî Rêbertî nikare vê bike. Tenê Rêbertî dikare vê bike, dikare îqna bike."
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît beşdarî bernameyeke televîzyona Medya Haberê bû û li ser pêvajoyê nirxandin kir.
Di destpêkê de rojbûna Rêber Apo pîroz kir, hurmet û hezkirinên xwe pêşkêş kir û her kesên ku beşdarî pîrozbahiyên rojbûna Rêber Apo bûn silav kir.
Hêlîn Umît destnîşan kir ku rîska herî mezin Rêber Apo hilda ser milê xwe, gava herî girîng ji aliyê Rêber Apo ve hate avêtin, ew bi wêrekî tevgeriya û got, "Bi vê yekê re çi kir? Di demeke ewçend hesas de ku hevsengî li herêmê têne guhertin û konjonktur di her kêliyê de dikare biguhere, kir ku atmosfereke nû ya siyasî biafire. Rê da ber me. Divê rast bê fêhmkirin; weke PKK rewşa me rewşeke lawaz nîne. Ji her alî ve PKK hêza xwe diparêze. Ev yek ji ku tê fêhmkirin, çawa dikare bê pîvandin? Ev rastî çawa dikare bê fêhmkirin? Di rastiya gel de dikare bê fêhmkirin. Em tevgereke gel in. Pîrozbahiyên Newrozê bi beşdariya herî bilind a salên dawî pêk hat. Pîrozbahiyên herî bi coş bû, daxwaz bi şênberî hate nîşandan."
Hêlîn Umît destnîşan kir ku PKK ji her demê bêhtir xurt e û got, "Bi rastiya gel re karê xwe bi rengekî hevgirtî dimeşîne. Îradeya ku Rêber Apo nîşan da, ji aliyê civakê ve weke çavkaniyeke mezin a kelecan, coş û hêviyê tê pêşwazîkirin. Lewma em dibînin ku Rêber Apo bi wêrekî rîskê dide ser milê xwe, hewl dide gavê bi aliyê hember ve bide avêtin. Lê belê li aliyê desthilatdariyê mirov rewşeke dudil, bi guman û tirsonekî dibînin. Beriya her tiştî divê ev rewş ji holê bê rakirin.
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Hêlîn Umît bi dewamî bal kişand ser mijara kongreyê û got, "Nîqaş dewam dikin ku dibêjin, 'Rêber Apo bang li kongreyê kir, PKK çima kongreya xwe pêk nîne?' Argumaneke bi vî rengî heye. 'PKK ewqas salan hemû kongreyên xwe bêyî amadebûna Rêbertî pêk anî, bêyî tevlîbûna fîzîkî ya Rêber Apo kongreyên xwe lidar xist'. Rast e. Lê belê rewşa niha cuda ye. Biryarên li ser fesihkirina PKK'ê, guhertina stratejîk û çekdanînê bi biryara Rêbertî dibe. Belê, rast e; PKK'ê biryarên xwe di dema dixwest pêk bîne wergirt, xist pratîkê. Lê belê guhertina stratejîk bi xwe nekir. PKK nikare xwe bi xwe fesih bike. Bêyî Rêbertî nikare vê bike. Tenê Rêbertî dikare vê bike, dikare îqna bike."
Hêlîn Umît bal kişand ser banga ji bo sûdwergirtina ji mafê hêviyê û got, "Hem tu yê bibêje bila sûdê ji mafê hêviyê werbigire, bê li nava DEM Partiyê siyaset bike, hem jî tu yê gavekê neavêje, nîşaneya gavavêtinê pêşkêş neke, daxuyaniyeke ji rêzê jî di vê mijarê de nede û zimanê xwe neguherîne. Piştre jî tu yê bibêje, 'Ji ber ku te kongre nekir, tu pêvajoyê sabote dike'.
Hêlîn Umît li ser bûyerên li Rojhilata Navîn bi taybetî jî li Sûriyeyê diqewimin anî ziman ku wan beriya niha ragihandibû ku Îsraîl wê li Rojhilata Navîn derkeve pêş, polîtîka li gorî wê diyar bibe û got, "Çavdêriya me bi vî rengî ye; Li Emerîkayê hewl tê dayin ku di ser Sûriyeyê re Îsraîl û Tirkiye li hev bikin. Ya rast, Tirkiye jî vê dixwaze. Lê belê ji ber şerê berjewendiyan nikarin baş li hev bikin. Di mijara wergirtina parê de nikarin li hev bikin. Di vê mijarê de dixwazim vê bibêjim: Tirkiyeyê salên dawî hem li hundir hem jî li derve li ser polîtîkaya ewlekariyê siyaset hilberand. Em kir hincet û ket nava Iraqê, bi vî rengî ket nava Sûriyeyê. Bi vî rengî bi van argumanan tevgeriya, ji aliyê leşkerî ve xwe bi rêxistin kir. Siyaseta xwe spart vê yekê. Sedemên cuda yên vê yekê dibe ku hebin, dikarin bêne nîqaşkirin."
Hêlîn Umît destnîşan kir ku eger hêz û bandora Tirkiyeyê ya li herêmê li ser demokratîkbûnê bûya, li ser naskirina gelan bûya û polîtîkaya xwe li ser aştiyê ava kiribûya, hingî wê karîbûya pêşî li êrîş û senaryoyên şer bigirta.
Hêlîn Umît got, "Niha şerê li Rojhilata Navîn gihîştiye vê astê: Gihîşt rageşiya navbera Tirkiye û Îsraîlê. Tê gotin, di hedefê de Îran heye, her wiha dem jî tê dayin. Îranê daxuyanî da, got 'Em ji şer re amade ne'. Trump daxuyanî da: 'Eger di bernameya nukleerê de paşve gavê neavêje, xwe nede ber lihevkirinê, rêya leşkerî di dewrê de ye'. Bi berfirehî tê nîqaşkirin ku amadekariyek heye. Li gel vê yekê Îranê careke din daxuyanî da û got, 'Tirkiye, eger tu di nav de be, ez ê li te bixim, ez ê li hemberî te şer bikim'. Trump ji aliyê din ê okyanûsê ji Tirkiyeyê re got, 'Ez dixwazim polîtîkayên xwe yên li ser Rojhilata Navîn bi te re bimeşînim'. Bi kurtasî rîsk ji bo Tirkiyeyê gelekî mezin e. Dor bi rastî jî hatiye Îranê, hatiye Tirkiyeyê, ew ne diyar e. Divê bi rengekî cidî bê dîtin."
ANF/NAVENDA NÛÇEYAN