Helbesteke zêmarî, ‘Kulîlkên Mala Mirîyan’

Rêdûr DÎJLE nivîsand —

Duşem 12 Nîsan 2021 - 01:14

Awayê şirovekirina helbestê, meseleyek e ku tim bûye cihê nîqaşan. Ji lew re ji nav cureyên wêjeyî, çeşneke zehmet e helbest. Ji ber vê zehmetiya xwe, kes zû bi zû xwe nade ber şirovekirina wê. A rast, ez bi xwe jî, çendî ku ji nêz ve bi helbestê re elaqedar im, gava mesele tê ser helbestê, metirsiyek xwe li min digire. Lê helbestek heye, ev wexteke min ber bi xwe ve dikişîne. Her cara dixwînim û peyv û ristên wê diguvêşim, hîn bêhtir bi ruh û can dibe, hîn bêhtir av jê tê. Tu dibêjî qey kaniyek  e, bi navê miçiqandinê tiştek di ferhenga wê de tine ye.

Ev helbest, helbesta “Kulîlkên Mala Mirîyan”* e. Erê, dibêm helbestek, lê ez tenê behsa helbestekê nakim, Behsa helbestên di pirtûkekê de dikim ku bi dest, dil û hestên Mîna Acerê hatine lêkirin û hûnandin. Vê helbestê kir ku careke din li ser peywendiya di navbera zêmarê û helbestê de hûr bibim. Erê zêmara ku“beriya gotinê hebû, bi ahenga deng û bilêvkirina hestên jinê bûye hîmê lîrîzmeke xurt.”
Xusûsiyeteke “Kulîlkên Mala Mirîyan” heye, xwe sipartiye zêmarê. Xwe sipartiye zimanekî zêmarî. Xwe sipartiye êş û azarên jinê, tahde û kuştinan. Lê di vê xwesipartinê de, heya ji dest hatiye xwe di bêçaretî, bêhêvîtî û têkşikînê de asê nekiriye. Bereksê vê, ew ji xwe re kirine rêber. Bi vî hawî li hemberî evana, xwe li zêmarê girtiye û kiriye ku bibe berdevkê êşa jinê û barê êşa xwe sivik bike. 

Gava wê ev kiriye, li xusûsiyeta ziman û awayê zêmarê miqate bûye. Bi dêhndarî nêz bûye. Guh nedaye, nejidilbûn û zahirîyê. Bi zimanê helbestê, dirûvekî pirr nişmî û xwerû li wê xweza û zimanê xwerû yê zêmarê bar kiriye. Wê ew veguherandiye û yekpare kiriye. Bi vî hawî nehiştiye di şexsê êş û azarên xwe de êşa jinê tahl bike û heqîqeta wê berbayî tiştekî analîtîk bike.

Kulîlkên Mala Mirîyan, bi hêza yekpareyî ya zêmar û helbestê, mirinê û sertewandina tê ferzkirin teşhîr dike. Ev teşhîrkirin, esas hêrsek e, serîhildanek e. Hêza xwe disipêre, ruhiyeta zêmarê, ji lew re “zêmar, berxwedaneke kartêker e li hemberî mirinê.”** Vê hêzê bi zimanê “wekî xîçikeke çil hezar sal e di bin avê de sîqalkirî, çil hezar sal e di bin ava zêmarê de hatiye sîqalkirin”*** dinehwirîne.

“ax ne ji ber şikestinê bû
we jî dît
bi tenîya rûyê xwe reş kiribû
min paçikê destê xwe di avê dadikir
jê nediçû

êdî ji wî re tune ye mirêka mala min
ez her sibe rûyê xwe tê de dibînim
perçeyekî şikestî binax dikim
ax mirêka min a xweşik
hîna çend tîfilên te mane gelo

carekê hinek zilamên qerase gotibûn
heger mirêka jinekê bişkê ew jin bêyom e êdî
kes ji mala xwe re nake dîyarîya li derî

şevekê nîvê şevê li derve girmegirma ewran
li hundir dengê lingên cinawiran
şeqşeqa diranên min
gulî dihatin xwarê ji daran
bi hişyarbûna serê sibehê re xwedêyo
ez çi bibînim li dewsê terqên xwîn û tenîyê
tiştekî mirêka min xwarîye û çûye.”

* Kulîlkên Mala Mirîyan, Mîna Acer, Weşanxaneya Lîs, 2020
*Yaşar Kemal
**Yaşar Kemal


 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.