Giliyên helbestvanekî û ‘Şoreşa Xeberan’

Nûçeyên Çand/Huner

În 22 Adar 2024 - 00:28

  • Çerkezê Reş; “Di nav wêjeya me de gelek kes hene ku helbestan dinivîsin. Peyv û xeber weke çeka helbestvan tên zanîn. Lê di helbesta me de ev çek westiyane. Ewqasî ku ev peyv di destê kesên bê marifet de de hatine çirçirandin û zêrandinê li hember vî tiştî xeber ango peyv rabûne şoreşê dikin!”

ARDÎN DÎREN

Gava li ser youtubê li navê Çerkezê Reş geriyam û min xwest di derbarê wî de hin tiştan fêr bibim vîdeoya wî ya ku li ser helbesta Kurdî diaxive û behsa pirtûka xwe ya “Şoreşa Xeberan” dike kete ber çavên min. Nîzamettîn Arîç ev vîdeo di sala 1995’an de girtilye kasêt û paşê ji arşîva xwe derxistiye parve kiriye. Di vîdeoyê de Çerkezê Reş behsa wêje û helbesta Kurdî dike. Bi gotina wî bîr û boçûnên xwe yên derbarê “poezîa” (helbest) de derdibire. Gav mirov li Kurdiya wî ya xas û xweşik guhdar dike mirov qet jê têr nabe û mirov dixwaze ew her biaxive ji me re. 

Di serê axavtina xwe de Çerkezê Reş sedemê çênebûna hunera Kurdî yan jî derneketina helbesteke kamil bi van hevokan tîne ziman; “Kul û derdê welêt, welatparezî nahêle ku hunermendiya rastî çêbibe. Dixwazim hinek giliyên xwe vekim. Gava dinivisînin li hember wan asêgeh ango îdeolojiyek heye. Ew îdeolojî dibe asêgehek dikeve pêşiyê û nahêlê helbest ji qulçîna ruhê te yê dûr, daraz, nazik û tenik hêdî hêdî bê û birije. Helbest dibe îdeolojî. Ev tişt nahêle ku huner çêbe.” Çerkezê Reş li ser vê yekê helbestên Cegerxwîn bibîrtîne û dewam dike; “Di van 30 salên dawî de helbestên Cegerxwîn deng dan. Cegerxwîn dengekî kêrhatî û pêwîst bû. Helbestên wî deng jî dan. Lê çaxê Kurdistan bi silametî ava bû. Kul, derd û birînên Kurd û Kurdistanê bêne kewandinê û dewlet çêbe. Wî çaxê wê gelek helbestên Cegerxwîn rola poetîk û wêjeyî nelîzin. Çimkî gelek helbestên wî ji bo dema ku tê de jiyaye hatine gotin. Bi şoreşgerî hatine nivîsandin. Yanî Cegerxwîn ji helbestvanekî bêhtir gazî û qîrkirin e. Çawa ku li Îtalyayê Primo Levî û li Rûsyayê jî Vladimir Mayakovsky helbest nivîsandin. Wî jî eynî tiştî kiriye.”

Min xwest sîsetemeke estetîkê ava bikim

Piştî van gotinan Çerkezê Reş tê ser pirtûka xwe ya bi navê “Şoreşa Xeberan” û behs dike ka wî ev pirtûk bi çi armancê nivîsandiye û xwestiye çi ava bike di helbesta Kurdî de. Çerkezê Reş dide zanîn ku wî di vê pirtûka xwe de gelek tiştên veşartî ku îşaret bi çand û rêûresmên Kurdî dikin veşartiye û axavtina xwe didomîne; “Min gelek tişt veşartine di pirtûkê de û weke sembol nîşan daye. Yek ji van sembolan jî Şangal ango navenda dînê Êzdayetiyê ye. Ev pirtûk weke programeke helbestan bi zanebûn hatiye hazirkirin. Bi vê pirtûkê min xwest sîstemeke estetîkê ava bikim. Min gelek tiştî anî gel hev û van tiştan pat. Çi jê derketiye û pirtûkeke çawa ye ew pirseke mayîn e. Divê mirov hay ji bayê dinyayê hebe û bi dinyayê re gav bavêje. Nabe ku mirov tenê di nav rûnê xwe de biqele û her wiha tenê hay ji bostanê xwe hebe.”

Şoreşa xeberan li hember kesên bê marîfet!

Piştî van gotinan Çerkezê Reş dide zanîn ku helbesta Kurdî di destê kesên bê marifet de dinale û di vî warî de jî dibêje; “Di nav wêjeya me de gelek kes hene ku helbestan dinivîsin. Peyv û xeber weke çeka helbestvan tên zanîn. Lê di helbesta me de ev çek westiyane. Ewqasî ku ev peyv di destê kesên bê marifet de de hatine çirçirandin û zêrandinê li hember vî tiştî xeber ango peyv rabûne şoreşê dikin! Yanî ew ji vê bê marîfetiyê re dibêjin bes e! Ez hin caran kitêbên helbestan dixwînim dibînim ku xeber westiyane û ti hal di wan de nemaye. Hin pirtûk hema çep û rast, jêr û jor dikin şerpîn û derdixin meydanê. Ev not sal in halê helbesta me qelpî û qulpî ye. Lê divê mirov karibe ji hev derbixe. Şil û ziwa tevlîhev bûye. De înca were ji hev derbixe kîjian helbesta rastî ye û kîjan ya derewîn e!

Çiqas hatiye patin nizanim

Çerkezê Reş pirtûka xwe ya “Şoreşa Xeberan” di sala 1984’an de dinivîse lê pirtûk di sala 1986’an de tê çapkirin. Çerkezê Reş gava behsa pirtûka xwe ya “Şoreşa Xebaran” dike dide zanîn ku wî ev pirtûk ji ruhekî kûr nivîsandiye; “Ev ne berhevoka helbestên ‘text û bext’ in lê kitêbeke estetîkê ye ku bi aqilane hatiye hazirkirin. Nanê ruhê min ê ku min dixwest bê patinê çiqas hatiye patin nizanim. Lê heger rojekê xortekî qemer û wêjezan rabe û bi awayekî profesyonel pirtûka min bigire destê xwe wê bibîne û bibêje; ‘Çerkezê Reş dixwest tiştekî bikira. Wî dixwest hin tiştan pêş bixista û sîstemeke estetîk û helbestvaniyê ava bikira.’ Ji lewre gava we ev pirtûk xwend divê hûn di bin her xeteke min de li tiştekî bigerin. Ji ber ku min gelek tişt di bin van xetan de veşartî ye.”

Mirov bimîne bi tenê!

Çerkezê Reş herî dawî gotineke helbestvanê Ingilîzî Philip Larkîn bibîrtîne ku wiha ye; “Pey ewqas tiştî re bimînî bi tenê…” Ew bi vê rêzika helbestê gilî û gazinên xwe jî tîne ziman û gotinên xwe bi vî awayî temam dike; “Sîstema sovyetê me dixesîne yanî Sovyet me dax dike! Û em hêdî hêdî jibîr dikin em kî ne û ji ku hatine. Mirov ewqas tiştî bibêje û tenê ew fam bike…bifikire…mirov eqwas tişt binivîse û bimîne bi tenê!”

Çerkezê Reş kî ye?

Çerkezê Reş di sala 1955’an de li Îşmezin a nêzî Yêrîwana Ermenistanê hatiye dinê. Li heman derê xwendiye, herî dawî li Zanîngeha Yêrîwanê beşa Fîlolojiyê temam kiriye. Di warê wêje û helbesta Kurdî de şexsiyetekî entelektuel ê xas bû.

Çerkez ji malbateke Êzidî bû û bavê du zarokan bû. Di sala 1970’an de dikeve Înstîtuya Êrîvanê Beşa Pedagojoyê û di sala 1975’an vê beşê diqedîne. Heman salê teza xwe ya li ser wêjeya Kurd dide wêjevanê navdar ê kurd Heciyê Cindî ku ew jî di wê Înstîtuyê de mamostetî dike. Heciyê Cindî, di dema Sovyetê de mîna mamosteyê rewşenbîran dihat binavkirin û Çerkez li ba wî dest bi asîstaniyê kir. Di sala 1980’an de li heman zanîngehê bû doktorê Ziman û Wêjeya Ermeniyan. Wî wextekî dirêj li Zanîngeha Yêrîvanê di Beşa Ziman û Wêjeya Ermenkî de dersan da şagirtan.

Çerkezê Reş, li gel 3 pirtûkên parastinê yên Abdullah Öcalan, pirtûka bi navê Ezdayetî ya ji aliyê Federasyona Êzîdiyan a Ewropayê ve hatibû amadekirin, wergerandin zimanê Ermenî. Her wiha wî ji bo rojnameya Rêya Teze jî got ku “Rojname rola xwe pêk anî” û di rojnameya bi navê “Mezopotamya” de xebitî ku bi Ermenkî û Kurdî çap dibû. Çerkezê Reş qederê 10 salan di rojnameyê de redaktorî dike. Wî ji bo rojnameya Mezopotamya digot; “Rojnameya Mezopotamya mehê carekê 16 rûpelan bi Ermenkî û kurdî derdikeve. Jê 14 rûpel bi Ermenkî, 2 jî bi Kurdî ne. Em dikin ku bi vê rojnameyê ji Ermeniyan re behsa derdê xwe bikin.” Wekî din ew di rojnameyê de li ser Kurdan gelek gotar û nivîs belav dike. Reş, mîna axaftvan, beşdarî gelek konferans û semînerên li ser ziman û çanda kurd jî bûye.

Nivîskar û entelektuelê qedirbilind Çerkezê Reş di 21’ê Adara 2008’an de kiras diguhere û ji vê dinyaya gewrik bar dike.

 

Şelmaqa Cografyayê*

Qîza min vegerya û girya!

Qîza min vegerya û girya!

-Ez îdî naçime mektebê!

Ez îdî naçime mektebê!-

Dersdar qe tiştekî nizane!

Dersdar qe tiştekî nizane!

Min xwest ser xerîtê bibînim!

Min xwest ser xerîtê bibînim!

Lê wê go: - Kurdistan tuneye!

Lê wê go: - Kurdistan tuneye!

Qîza min vegerya û girya!

Qîza min vegerya û girya!...

*Ji pirtûka wî 'Şorişa Xebera' r: 41, Weşanên Belkî

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.