Ji pirtûkxaneyekê wêdatir e

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 20 Sibat 2024 - 00:50

Weke ku piraniya fîlozof û nivîskaran dibêjin, pirtûk mejî tîmar dike û di hemû warên jiyanê de mirov bi zanînê tijî dikin. Li gel vê pirtûkxane bûne navendên civînên wêjeyî û hunerî. Li navenda bajarê Helebceyê jî pirtûkxaneyek bi navê Hejar Mukriyanî heye. Li gorî xwendevan û mêvanan, pirtûkxane wek baxçeyê mîrê berê yê herêmê ye, her tim nivîskar û helbestvan kom dibin û bi dehan çalakiyên hunerî û çandî tê de têne lidarxistin.

Pirtûkxaneya Hejar Mukruyanî yek ji navendên rewşenbîrî û wêjeyî yên Helebceyê ye ku 19 sal in bi berdewam xizmetê dike. Bi hezaran curên pirtûkan bi taybet beşek ji pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi zimanên Kurdî, Erebî û Inglîzî tê de hene.

Pêwîste hevkarî bê kirin

Yek ji ziyaretvanên pirtûkxaneyê Aram Şemêranî di derbarê pirtûkxaneyê de axivî û got: “Ev pirtûkxane bi navê helbestvanên nav û deng ê Kurd hatiye binavkirin. Ji bo bajêr wek navendek çandî û baxçeyê mîrê berê yê Helebce ye. Piraniya nivîskar, wêjevan û rewşenbîr rojane li pirtûkxaneyê kom dibin û guftugoyan dikin. Her wiha li vê pirtûkxaneyê hinek komên xwendevanan ku bi hev re pirtûkan dixwînin. Pirtûkxaneya Hejar Mukriyanî ji bo mûzîkjenan jî bûye cihê provayan, ji bo rojnamevan û kesên ku şopa destên wan di wêje û ferhenga Kurdî de diyar, bûye cihê konferans, semîner û çalakiyan.”

Aram Şemêranî di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku pirtûkxaneya Hejar Mukiryan cudahiyê naxe nava deng, reng, alî, statû û kesayetan de û wiha domand: “Pêwîste hevkarî bê kirin ku cihek baştir ji konferans û çalakiyan re bê dîtin da ku ji kirayê xilas bibin.”

Pirtûkan jî çap dikin

Xwediyê Pirtûkxaneya Hejar Mukrîyanî Eta Reûf jî derbarê heman mijarê de axivî û wiha pê de çû: “Pirtûkxaneya di sala 2005’an de hate avakirin. Destpêkê me li vir tenê pirtûkan difirot. Piştre me ruberê wê berfirehtir kir. Me salonek nûjen kir û veguherand ji bo beşên çalakiyên çandî û hunerî. Her wiha yek ji karên vê pirtûkxaneyê çapkirina pirtûkan e. Heta niha 167 berhemên wê yên taybet hene.”

Navenda nivîsakar û xwendevanan e

Eta Reûf her wiha qala kar û xebatên ku li pirtûkxaneyê meşandîn kir û wiha axivî: “Me gelek çalakiyên çandî pêk anîn, yek ji wan jî vekirina konferansa xwendina pirtûkan ku sê salan berdewam kiriye. Her wiha Koma Keçên Baxçeyê Mirîş ava kir ku ji komek xort û keçên ciwan pêk dihat. Li Helebceyê me xebatên çandî û hunerî lidarxist. Niha jî konferans û çalakiyên nasandina pirtûkan û guftugoyên hunerî lidardixin. Ev pirtûkxane bûye navenda kombûna nivîskar û xwînerên herêmê.”

HELEBCE/ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.