Çîrok şahidê desthelat û çewisandinê ne

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 13 Sibat 2024 - 00:52

Yekitiya Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê şahiya îmzekirina pirtûka çîrokan a nivîskar Diyaa Iskender li Qamişlo li dar xist.

Di şahiya îmzekirinê de nivîskar Diyaa Iskender li ser naveroka pirtûka çîrokan a ji 23 çîrokan pêk tê axivî. Ev pirtûk ji weşaneya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ye. Iskender got: "Pirtûk, çîrok û bûyerên rasteqîn in ku min di jiyana xwe ya pratîk û siyasî ya li Laziqiyê jiya. Naveroka pirtûk li ser desthilat û çewisandinê ji hêla saziyên ewlehiyê yên desthilatê ve ye."

Iskender wiha domand: "23 çîrok min di demên cuda de nivîsandin, lê belê di dema desthilat û çewisandinê de hatin nivîsandin."

Çîrokên li ser zordestî û êşkenceyê

Di şahiyê de nivîskar çîrokek ji çîrokên xwe ya bi navê "Çavê camî" xwend. Ew çîrok li ser êşkence û zordestiya li ser kesekî binçavkirî ye ku çavê wî di zaroketiya wî de bi guleyekê wek çavan hatibû guhertin. Di dema êşkenceyê de ew gule derdikeve û endamên ewlekariyê yên ku wî kesî êşkence dikin jî ditirsin.

Ev pirtûka çîrokan a duyemîn e, di wê pirtûkê de li ser rewşa derûnî û exlaqî ya girtiyan e diaxive.

Diyaa Iskender di sala 1957'an li bajarê Laziqiyê yê Sûriyeyê ji dayik bûye. Mafnasî li zanîngeha Şamê qedandiye û gelek caran ji ber helwesta xwe ya li dijî siyasetên hikumeta Şamê ji aliyê wê ve hatiye girtin. Niha jî li Qamişlo dijî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.