Feqiyê siyaset û wêjeya Kurdî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 13 Adar 2024 - 00:10

  • Feqî Huseyîn Sagnîç ku di warê ziman û wêjeyê de heta mirina xwe ji bo Kurdan xebitî di 12’ê Adara 2003’an de jiyana xwe ji dest da. Feqî Huseyîn Sagnîç her wiha di avakirina gelek saziyên Kurdî de jî rola xwe ya rewşenbîriyê pêk anîbû.

Apê Feqî Huseyîn Sagnîç ku di warê ziman û wêjeyê de gelek xebat biribûn serî weke rûsipiyekî Kurd jî dihat zanîn. Ew di sala 1926’an de li gundê Xoros ê ser bi navçeya Xîzana Bedlîsê tê dinyayê. Wî gelek salan karê avahiyan kir û dîwar lê kir. Her wiha karê necariyê jî ji destê wî dihat û demeke dirêj jî ev kar kir. Apê Feqî Sagnîç di medreseyên Kurdî de perwerde dîtibû ji lewma wî navê “Feqî” ji bo xwe kire pênaseyek û bi vî navî dihat nasîn. Pêşî wî bi zimanê Erebî dixwend û dinivîsand lê piştî salên 1960’î Kurmanciya Latînî jî nas dike û dev ji nivîsandina bi Erebî berdide. Ji bilî zimanê Kurdî wî bi Tirkî, Erebî û Farisî jî dizanîbû. 

Apê Feqî di sala 1960’î de bi şexsiyetên weke Apê Mûsa, Canîp Yildirim û Yûsif Ezîzoxlî re têkiliyên xwe xurt dike. Bi vî awayî ji bilî kesên ku di medreseyan de perwerde dîtine kesên dîtir jî nas dike. Ev yek di warê naskirina doza Kurdî de deriyekê din jê re vedike. Di van salan de Apê Mûsa li Amedê rojnameya bi navê “Îlerî Yûrd” derdixist. Ev rojname dibû navenda ronakbîrên Kurd û bi saya rojnameyê dikarîbûn li ser meseleya Kurdan biaxivin. Bi vî awayî zanîn û hişmendiyeke neteweyî bi wan re ava dibû.  

Di avakirina saziyên Kurdî de cih girt

Bala Apê Feqî bêhtir li ser ziman bû. Ji lewma di warê ziman de gelek xebat birin serî û bi vî awayî polîtîktir bû. Ji lewma zimanê ku ew li ser dixebitî û pê tişt dinivîsandin qedexe bû. Ji ber vê yekê jî Apê Feqî gelek caran ji ber xebatên xwe yên “kurdayetiyê” tê dadgehkirin. Di sala 1971 û 1980’an de tê girtin. Di sala 1984’an de biryar dide ku mala xwe bibe Stenbolê û li wir bi cih dibe. Apê Feqî li vir jî nasekine û tevî nivîskar, siyasetmedar û hunermendên Kurd di sala 1992’an de Înstîtûya Kurdî ya Stenbolê vedike. Kesên weke Îsmaîl Beşîkçî, Mûsa Anter, Cemşîd Bender û Îbrahîm Gurbûz jî li gel wî ne. Elbet beriya Înstîtûya Kurdî ya Stenbolê dîsa li Stenbolê Navenda Çanda Mezopotamyayê hatibû vekirin û Apê Feqî li vê navendê dersên Kurmancî dida. Her wiha wî di kovara bi navê Rewşen de jî li ser çand û zimanê Kurdî gotar dinivîsand.

Dîroka Wêjeya Kurdî nivîsand

Li gor Apê Feqî di doza Kurdayetiyê de teqewîtbûn tine bû diviyabû rewşenbîrên Kurd heta mirinê di bin xizmeta xelkê xwe de bin. Apê Feqî bi vê armancê heta mirina xwe jî her nivîsand û berhemên nû diyariyê wêjeya Kurdî kir. Beriya ku bimire ew li ser “Dîroka Wêjeya Kurdî” dixebitî û di vî warî de hewl dida çavkaniyan biafirîne. Ev xebata wî piştî mirina wî ji hêla Înstîtûya Kurdî ya Stenbolê ve hate çapkirin. Apê Feqî di 20’ê Mijdara sala 2003’an de kete komayê û 112 rojan di komayê de ma. Ew di 12’ê Adara 2003’an de li Stenbolê gava ku 76 salî ye jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wî li Tetwanê hate definkirin.

Berhemên Feqî Huseyîn Sagnîç ev in; 

-Hêmana Rêzimana Kurdî - Weşanên Melsa/1991 

-Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 1 - Weşanên Melsa/ 1991

-Pêşerîya Hewisîna Zimanê Kurdî 2 - Weşanên Melsa/1992 

-Yûsiv û Zuleyxa,1998 (Ji herfên Erebî wergerandiye herfên Latînî),

-Çîrokên Kurdî - 1999 

-Portreler - 2000 (Bi zimanê Tirkî ye behsa Şexsiyetên siyasî yên Kurd dike)

-Dîroka Wêjeya Kurdî - 2002 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.