Li Rojava bereketa çandiniyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

În 12 Nîsan 2024 - 00:18

EBAS XELEF / ANHA / QAMIŞLO

Çandina baqliyatê li kantona Cizîrê geş bûye. Îsal cotkaran nêzî 50 hezar donim bi cureyên cuda yên baqliyatan çandine.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nok, nîsk, baqil û gelek cureyên din tên çandin ku berê ji ber ku baran kêm bû, çandina wan kêm bûbû. Îsal bi barîna baranê re, gelek cotkarên kantona Cizîrê berê xwe da çandina baqliyatan. Baqliyat gelek sûd li axê dike, ji ber ku bi rêya rayên xwe. Têkildarî mijarê hevserokê Gerînendetiya Hilberandina Şînatiyê ya kantona Cizîrê Mutez Ehmed got:"Rêjeya çandina vê hilberînê li bajar û navçeyan zêde bûye. Li gorî şopandina me, 27 hezar û 573 donim bi baqil, 2 hezar û 749 donim bi nok û 780 donim bi culban hatiye çandin." Li gorî Ehmed di 2 salên borî de, rûberên çandina van berheman kêm bû û di navbera 10 heta 50 donim de bû. Di dawiyê de Ehmed got çandina wan gelek bi sûd e, nemaze ku kêmbûna qada çandiniyê ya vê hilberînê di 2 salên dawîn de, di dewreya çandiniyê de bêhevsengiyek çêkir û hin nexweşî di nava axê de belav bû.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.