Ji dîlgirtina Ocalan ve xwe reş girêdaye

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 11 Nîsan 2024 - 00:52

RONÎDA HACÎ / NÛJINHA / HESEKÊ

Terfa Hac Elî ya ku piştî girtina Rêber Abdullah Ocalan heya niha xwe reş girêdaye û tenê ji bo pîrozbahiya îsal ya 4’ê Nîsanê derketiye derve dibêje, “Felsefeya Rêber Apo jiyana me ronî kir.”

Di 15’ê Sibata 1999’an de komployek navneteweyî li dijî Rêber Abdulah Ocalan pêk hat û radestî dewleta Tirk hat kirin. Terfa Hac Elî ya 40 salî di nava malbateke welatparêz de li Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî piştî komploya navnetewî ya 15’ê Sibata 1999’an cilên reş li xwe kir û têkiliya xwe ya bi derve re qût kir. Terfa Hac Elî ya ku xwendin û nivîsandinê nizane bi guhdarkina analîzên Rêber Ocalan xwe perwerde dike. Terfa Hac Elî di 4’ Nîsanê de her dem di odeya xwe de pîroz dike lê vê salê tevlî bernameyên çalakiyên 4’ê Nîsanê yên Kongra Star bû.

Ji 99’an ve du caran derketiye

Terfa Hac Elî teqez kir ku dîlgirtina Rêber Ocalan dîlgirtina nefesa mirovan e û wiha axaftina xwe domand: “Ez jineke Kurd im bi kurdiyatiya xwe ve girêdayî me, Rêber Ocalan pir bandor li ser min kir û felsefeya wî jiyana me ronî kir. Dema hat dîlgirtin min biryar da ez di odeyek de bijîm û kêf û şahî li xwe qedexe bikim. Niha xwarinên goşt, şêranî naxwim. Ez di vê odeyê de li ber dengê Rêber Apo xwe perwerde dikim. 25 sal in ez tenê du caran ji ji odeya xwe derketim dema kurê Apê min şehîd ket û îsal jî tevli çalakiyên 4 Nîsanê bûm ew jî ji bo Rêber Apo tevli bûm. Ez 4’ê Nîsanê rojbûna xwe dibînim lewma ji bo min ev roj xwedî wateyek girîng e.”

Divê em Rêbertî azad bikin

Terfa da zanîn ku azadiya fizîkî ya Rêber Abdulah Ocalan erkek wijdanî û exlaqî ye û dikeve ser milên jinan û wiha got: “Nêrînên Rêber Ocalan ji bo jinan pir girîng e. Ên ku jinan gihîşt vê astê, têkoşîn û berxwedaniya Rêber Ocalan e. Jin bi felsefeya wî ya azad bûn xwedî hebûn, nasname, îrade û hêz. Ji bo wê jî erkê me ew e ku em her dem di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bin da ku ku em Rêberê xwe ji zindanê azad bikin.”

Heya azadiyê têbikoşim

Terfa Hacî Elî axaftina xwe wiha domand: “Ez li dîmenê Rêbertî mêze dikim dibêjim ku dema tu azad bibî ez ê tecrîdê bişkînim. Ez ê di nava têkoşîn û berxwedaniyê de bim heya azadiya Rêber Ocalan. Em her dem tiyê felsefeya wî ne û di riya kûrbûna di nava vê felsefeyê de em ê bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêberê xwe. Rêbertî dibêje pirtûkên min li ku derê bin ez li wê derê me, em jî dibêjin pirtûkên te di dilê me de ne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.