SELAM KÊRWAN / ANHA / TEBQA
Şaredariya Gel a Kantona Tebqayê bi armanca peydakirina derfetên kar û ji bo pêşxistina qada aborî, dest bi avakirina 18 dikanan kiriye. Her dikanek 480 metrekare ye û li şûna avahiya kevn a dadgehê ya li taxa Ewel a Tebqayê tên avakirin.
Şaredariya Gel bi rakirina kavilên avahiya kevn a dadgehê, dest bi xebatên avakirina sûkê kiriye. Hevserokê Şaredariya Gel a Tebqayê Elî El Taha diyar kir ku projeya avakirina dikanan 1’ê Nîsanê dest pê kir û got:"Proje ji avakirina 18 dikanên bazirganiyê pêk tê.” Elî El Taha destnîşan kir ku wê piştî cejna Remezanê xebatên avakirina dikanan dewam bikin û proje wê di nava salekê de bi dawî bibe û got:"Armanca me ji vê projeyê ew e ku derfetên kar ji xelkê re peyda bikin, qerebalixa li sûkan kêm bibe û rewşa aborî ya herêmê geş bibe."