Qêrînên ‘Mazopotamya’yê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 17 Sibat 2024 - 00:55

Pirtûka helbestan ya bi navê “Mezopotamya” ya Mahîr Bagok ji Weşanên Na’yê derçû. Helbestvan Mahîr Bagok bi pirtûkên xwe yên weke “Henaseya Jiyanê”, “Pênc Kulîlkên Zivistanê”, “Kefiyên Cihêreng”, “Çavqirpandina Beriyê” û “Dewsa Ramûsanên Birûske” jî tê zanîn.

Weşanxaneya Na’yê ji bo pirtûka nû ya Mahîr Bagok dibêje; 

“Nivîskarek guh dide daxwaz, gazinc, fikar û gelek hestên din ên her perçeyek ji vê xwezayê. Ev hemû, qêrînên Mezopotamyayê ne. Mahîr Bagok vê erdnîgariyê dide axaftin. Helbest û şano dighên hawara wî. Li aliyek helbest hewl dide van hestan bîne ziman, li aliyê din şano tê alîkariyê. Di her rêzikek vê pirtûkê de, hûn dê tiştek aydî xwe bibînin. Ji ber ku helbest ji nişka ve dibe şano, şano ji nişka ve dibe helbest.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.