Xebatên Minorsky ên li ser Kurdan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 26 Adar 2024 - 00:58

Xebatên Vladimir Minorsky ên di warê Kurdî de li Rûsyayê û her wiha li dinyayê weke xebatên akademîk ên destpêkê tên qebûlkirin. Ew weke kurdologekî jî tê zanîn û nexasim lêkolînên wî yên li ser dîroka Kafkasyayê ji bo lêkolînên Kurdî û xebatên li ser dîroka herêmê çavkaniyên girîng in.

Vladimir Minorsky ku lêkol û akademîsyenekî Rûsî ye, di sedsala 19’an de bi hişmendiyeke oryantalîst berê xwe dide Kafkasya û Rojhilata Navîn û li gelek welatan dimîne. Ew bi rêûresmên oryantalîst dadikeve lê di heman demê de jiyan, ziman, dîrok û çanda xelkê Kurd bala wî dikşînin û bi vî awayî di derheqê dîroka Kurdan de dest bi xebatan dike. Di encama van xebatên xwe de çend pirtûkan jî dinivîse ku ev pirtûk çavkaniyên akademîk û bi dîsiplîn tên qebûlkirin. Beriya Minorsky ti kesî ewqas bi hûrgilî li ser dîroka Kurdan bi awayekî akademîk hûr nebûbû.

Vladimir Minorsky di derbarê pirsgirêkên Rojhilata Navîn de gelek pirtûk çap kirin. Her wiha arşîveke bêhempa ku ji şirove, raporên fermî, name û fotografan pêk tê jî li pey xwe hişt. Li gor lêkolan wî li pey xwe 4385 belge û dokûman hiştine. Gelek ji van belgeyan bi zimanê Rûsî hatine çapkirin lê ji bilî Rûsî wekî din bi Fransî û Ingilîzî jî xebatên wî yên akademîk hatine çapkirin. 

Vladimir Minorsky di sala 1877’an de li bajarê Kocheva ku li bakurê Moskowê dimîne hatiye dinyayê. Gava ew li Moskowê lîse dixwîne madelyaya zêrîn werdigire. Li Zanîngeha Moskowê di Zankoya Hiqûqê de dixwîne û ji wir mezûn dibe. Piştî mezûn dibe dest bi “Înstîtûya Zimanên Rajhilatî” dike û li vê înstîtûyê li dîroka Ereb, Fars û Tirkan dikole. Ew di sala 1903’an de ji înstîtûyê mezûn dibe û weke karmend dixebite. Di navbera salên 1904 û 1908’an de li Balyozxaneya Rûsyayê ya li Tebrîzê û her wiha li Tehranê bi mîsyoneke dîplomatîk dixebite û wergerê dike. Di sala 1916’an de jî dibe sekreterê yekem yê Balyozxaneya Rûsyayê û demekê li Tehranê dijî.

Li Îranê Tatyana Alekseyevna nas dike û pê re dizewice. Tatyana Alekseyevna yek ji akademîsyenên Şoreşa Cotmehê bû. Piştî ew bi hevre dizewicin di sala 1919’an de li Parîsê bi cih dibin û Mînorsky li wir dersên Wêjeya Farsî, Dîroka Îslamê û Dîroka Tirkiyeyê dide. Ango ew weke mamosteyekî dixebite. Di sala 1932’an de jî diçe Ingilistanê û li London û Cambridige dîsa karê mamostetiyê dike. Mînorsky di sala 1944’an de teqewît dibe. Pişti teqewît dibe ew weke endamê fexrî yê Zanîngeha Londonê-Dibistana Xebatên Rojhilat û Efrîkayê tê qebûlkirin.

Vladimir Minorsky di 25’ê Adara 1966’an de wefat dike. 

Hin pirtûkên Vladimir Minorsky ku bi zimanê Kurdî hatine çap kirin ev in;

Dûrbûna ji hev û tinebûna yekîtiyê

Pirtûka wî ya bi navê “Kurd-Nîşe û Nêrîn” ji hêla Weşanxeneya Avestayê hatiye çapkirin. Tosinê Reşîd ev pirtûk ji zimanê Rûsî wergerandiye Kurdiya Kurmancî. Vladimir Minorsky vê berhema xwe piştî çavdêriyên xwe yên li herêmên Kurdistanê cara ewil bi awayê kurtegotarekê di sala 1915’an de li Komeleya Rojhilatnasên Rûs dixwîne û heman salê dide çapkirin. Ev kitêba ji nîşe û nêrînên Minorsky pêkhatî bi awayekî giştî û kurtî berê xwe dide mijarên wekî erdnîgarî û belavbûna Kurdan li herêmên cuda, dîrok, kevneşopî, çîn û şêwejiyana wan, ziman û zaravayên pê diaxivin, (dest)nivîs û berhemên wan ên wêjeyî, olên ku baweriyê pê tînin, xeysetên wan ên giştî, pirsgirêk û pêwendiyên wan bi miletên cîran re, rewşa jinên Kurd û rewşa kurdan li Rûsyayê.

Vladimir Minorsky di vê pirtûkê de nihêrîna xwe ya li ser Kurdan wiha tîne ziman; “Ev in melûmatiyên dîrokî li ser kurd û Kurdistanê. Dûrbûna ji hev, tunebûna yekîtiyê, gelek caran bi rewşa cografî ve tên makkirin. Ew ku bi zincîreçiyayên bêgêdûk, newal û deştan û bi çemên gur ji hev qetiyayî, rewşa cihêtiya siyasî û rabûn-rûniştina derebegiyê di nav wan de peyda bûye. Lê hesîna bi azadiyê û serbestiyê hê mezin bûye, ketiye nav heyîna kurdan gişkan û bi piranî jî di dîroka bizavên wan de diyar dibe. Divêt wisa jî em ji ber çavan winda nekin hukmê kurdan ê giştî li ser destpêka çanda wan çiyayan, yên ku niha ew lê dijîn.”

Selaheddîn û pêşiyên wî

Pirtûka bi navê “Pêşdîroka Selaheddîn” jî yek ji wan pirtûkan e ku behsa Selaheddîn û pêşiyên wî dike. Ev pirtûk jî ji hêla Emîn Narozî û Emîne Onatlı ve ji Ingilîzî hatiye wergerandin û ji weşanxenaya Avestayê derçû ye. Ev pirtûk beşek ji kitêba kurdolog, rojhilatnas û lêkolîner Vladimir Minorsky ya bi navê Studies in Caucasian History ye. Beşê sisiyan a vê kitêbê bi sernivîsa “Prehistory of Saladin” lêkolînek li ser Selaheddîn û pêşiyên wî ye.

Vladimir Minorsky ji bo Selaheddîn van tiştan dibêje; “Selaheddîn berî gelek dost û hevalbendên xwe ji hêla dijminên xwe, bi taybetî jî yên xaçparêz weke lehengekî dîrokî hatiye ecibandin. Selaheddîn fermandar û siltanekî wisa zîrek û xweşbirêveber bûye ku dikaribû rewşa dîrokê biguhere û împaratoriyeke mezin ku sînorên wê ji çiyayên Kurdistanê digihan heya deverên bakurê Afrîka yanî Tunis, Sûdana niha û der û dorên wan, ava bike. Selaheddîn dikariya ji jora çiyayên Kurdistanê heya Anatolya Navîn û Cezîreyê, ji erdê Yemenê heya çol û pesarên bakurê Afrîka yên mîna Tunis, Sûdan, Libya û der û dorên wan, leşker bixwesta û pêk ve bi yek hestê li ser dijmin bicivanda.”

Bi dîroka Şedadiyan dadikeve

Yek ji wan pirtûkên Vladimir Minorsky ku dîsa bi Kurdî hatiye çapkirin “Şedadî-di lêkolînên ser dîroka Kafkasyayê de” ye. Ev pirtûk jî ji hêla Emîn Narozî ve hatiye wergerandin û ji Weşanxaneya Avestayê derketiye.

Şedadî yek ji wan xanedanên Kurd û misilman in ku dîroka wan pir kêm tê zanîn û li rojhilatê Transkafkasyayê li herêmeke navbera çemên Kurê û yê Arasê seranser desthilatdarî kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.