Guliyên darên zeytûnan nehiştin
Duşem 3 Çile 2022 - 22:07
- Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawayê 700 darên zeytûnan birrîn
Dewleta Tirk a dagirker li navçeya Şêrawayê 700 darên zeytûnan birrîn
Çeteyên Feyleq El-Şam ên ser bi dagirkeriya dewleta Tirk, qederê 700 darên zeytûnan li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê birrîn.
Li gorî çavkaniyên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Feyleq El-Şam 700 darên zeytûnan yên mezin birrîn da ku wan weke êzing bifiroşin û xwezaya herêmê wêran bikin. Heman çavkaniyan da zanîn ku ji wan daran 250, ên welatiyê bi navê Ebûd Bekir in û zeviyê wî li ser rêya Kefer Nebo-Birc Heyder ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî ye.
ŞEHBA