Gola Urmiyê zuwa kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 18 Tebax 2022 - 22:24

  • Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê ber bi zuwabûnê ve diçe.

Gola Urmiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê ji ber hişkesaliyê ber bi zuwabûnê ve diçe. Berpirsekî berê yê hikûmeta Îranê, Îsa Kalanterî dibêje, “Hişkbûna gola Urmiye wê ne tenê bandorê li jîngehê bike, dibe metirsiyeke ewlehiyê jî bi xwe re bîne û ji ber vê yekê jî ti hikûmet nikare li Îranê dewam bike.”

Serokê berê yê Saziya Parastina Jîngehê ya Îranê Îsa Kalanterî da xuyakirin, heger gola Urmiye zuwa bibe, ev ê di warê ewlehiyê de bandorê li hikûmeta Îranê bike û ti hikûmet li Îranê nikare dewam bike.

Kalanterî bi bîr xist ku di golê de 30 milyar ton xwê heye û heger gol zuwa bibe, bi bahozê barîna xwê wê bandorê li ser herêmê bike: “Di encamê de dibe ku bajarên nêzîkî golê yên weke Tewêzê werin valakirin.

Mesrefên wê jî trîlyonek dolar in. Sala 1990´î pisporan û şarezayan derbarê jîngehê de li ser hişkbûna gola Urmiyê hişyar kiribû. Lê hikumetê ev cidî negirtin. Divê hikûmet bi her awayî ji bo vejandina gola Urmiyê bixebite.”

Li gor rapora Rêveberiya Rûbirûbûna Qeyranan a parêzgeha Urmiyê,  ji sedan 95’ê gola Urmiyê zuwa bûye.

ROJNEWS/URMIYE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.