Qetilkirina Kurdan ne sûc e

Pêncşem 29 Îlon 2022 - 02:36

  • Birayê Servet Turgut ê ku leşkerên tirk ew ji helîkopterê avêt û êşkence lê kir, Naîf Turgut dibêje, piştî bi 2 salan jî qatil nekirine ber lêpirsînê. Wî xwest şahid û mexdûr Osman Şîban jî rastiyan bibêje û raya giştî nehêle ku ser bûyerê bê girtin. 

Artêşa Tirk li Şax a Wanê du gundî ji helîkopterê avêtibûn xwarê û welatiyê bi navê Servet Turgut di encamê de canê xwe ji dest dabû. Birayê Turgut, Naîf Turgut da zanîn ku ev du sal in derheqê bûyerê de ti lêpirsîn nehatine destpêkirin: “Hovîtiyeke wiha nehatiye dîtin lê dozger bersivê nade.” 

Hêzên artêşa Tirk ên li Şax a Wanê operasyon kirin, gundiyên bi navên Servet Turgut û Osman Şîban kirin nezaretê û piştre jî ji helîkopterê avêtibûn xwarê. Di encamê de Servet Turgut jiyana xwe ji dest da û Osman Şîban jî bi giranî birîndar bûbû. Di ser bûyerê re du sal derbas bûn, lê derheqê bûyerê de hê jî tui lêpirsîn nehatine destpêkirin. Biryara nepeniyê jî li ser dosyayê hatibû danîn. Tevî ku Ajansa Mezopotamyayê (MA) belge û şahidên hovîtiyê derxistin holê jî, derheqê bûyerê de ti pêvajoyeke hiqûqî nehat destpêkirin. Birayê Turgut, Naîf Turgut têkildarî pêvajoya du salan peyivî. 

Naîf Turgut, diyar kir ku zilmeke mezin li wan hatiye kirin û got, “Heke Ajansa Mezopotamyayê ev bûyer parve nekira, dê haya kesî jê nebûya. Wan, ragihand dinyayê. Em baş pê dizanin ku hovîtiyên bi vî rengî di dîroka mirovahiyê de kêm caran hatine dîtin. Em her tim dipirsin; gelo em Kurd bûn, lewma ev bi serê me anîn? Kekê min gundî bû, kedkar bû, li ser karê xwe bû lê ev zilm bi serê wî anîn. Bi ser vê bûyerê re 2 sal derbas bûn lê hêj jî biryarek nehatiye dayîn. Ji ber ku bi navê dewlet, heq, hiqûq û edaletê tiştek li holê nîne. Diviyabû kesên ev êşkence kirin, bihatina dadgehkirin û sed sal cezayê hepsê li wan bihata birrîn. Ji ber ku ev mirov ji helîkopterê hatin avêtin, êşkence li wan hat kirin û hemû hestiyên wan hatin şikandin. Hêj niha jî biryara nepeniyê li ser dosyayê heye. Ne agahiyekê didin me û ne jî didin parêzeran. Banga min li tevahiya raya giştî ew e, bila bo me biedalet tevbigerin.” 

 

Qatil û êşkencekar leşker in 

Naîf Turgut anî ziman ku tevî hemû hewldanên wan jî dosya weke xwe maye: “Me gelek caran daxwazname da dozgeriyê, lê bersiv nedan me. Li hemberî me dewlet heye, deng jê dernakeve. Kesên ev êşkence kirin,  yên dewletê ne, lewma agahiyan nadin. Em li bendê ne ku tiştekî bibêjin bê ka çima ev mirov kuştin. Em baş pê dizanin ku di nava bûyerê de leşker hene lewma bersiveke bidin me tuine ye. Ji ber vê lêpirsîn nayê destpêkirin û dozger bersivê nadin miracaetên me. Heke li welatekî edalet nebe, ti xêra wê dewletê nagihije welatiyên wê. Mîna dozên Roboskê, Tahir Elçî, Dayikên Şemiyê û hêj gelek dozên din, dê doza me jî bigirin. Di doza me de şahid hene, agahî hene bê ka ev kes çawa birine û çi bi serê wan de anîne. Lê kesek newêre vê dosyayê veke. Banga me li rayedarên dewletê, dozger û dadgeran ev e; destê xwe deynin ser wijdana xwe da ku edalet pêk bê.” 

 

Çi qewimî be wê bibêje! 

Naîf Turgut bang li Osman Şîban ê tevî birayê wî ji helîkopterê hatiye avêtin jî kir û got, “Şahidê herî xurt ê bûyerê, Osman Şîban e û divê tiştên qewimîn bibêje. Tirs, ne çare ye. Bila Osman Şîban bûyerê hemûyî bibêje. Bi hev re ew kirin nezaretê, bi hev re xistin helîkopterê û bi hev re anîn Wanê. Di rewşeke wiha de mirovek çima naaxive? Heke biaxive dê her tişt zelal bibe. Beriya niha digot; ‘em bi hev re girtin, bi hev re xistin helîkopterê û li me xistin.’ Lê belê piştre got; ‘di dema wan gotinan de hişê min li serê min nebû.’ Çi dibe bila bibe, ji bo ku ev bûyer ronî bibe, divê rastiyan bibêje. 

Rojnamevanên ev bûyer kirin nûçe, ji ber ku heqîqet digotin, ketin girtîgehê. Her kes baş dizane ku ji ber ku wan heqîqet nivîsî, ketin hepsê. Divê her kes li dijî vê zilmê dengê xwe derxîne. Heke hûn dengê xwe li dijî zilmê nekin, ev zilm dê sibe dusibe li we jî bê kirin. Banga min a ji bo tevahiya raya giştî ew e ku vê dozê bişopînin da ku serê neyê girtin.” 

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.