Li Wanê wahşeta mêtingeriya Tirk

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 22:30

  • Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê ser bi Elbaka Wanê, leşker û polêsên taybet ên Tirk ên dagirker, hewl dan welatiyê bi navê M.E.A. bixin nezaretê. 

Li mezrika Sersûl a gundê Xaşkan ê ser bi Elbaka Wanê, leşker û polêsên taybet ên Tirk ên dagirker, hewl dan welatiyê bi navê M.E.A. bixin nezaretê. Hingê eşkere xuya kir ku ew hêzeke dagirker in. Bi dehan polês û leşkeran, ji xwe û me re, gule berdan hawîrdorê û êşkence li jinan kirin. Jinan hewl da bi hovane revandina M.E.A. asteng bikin. 

Di dîmenên dema êrişa hêzên dagirker de eşkere tê dîtin ku gelek leşker û polêsên tevgera taybet a dagirkeran dora mala M.E.A. girtine û guleyan li hawîr dorê reşandin. Wan bi darê zorê û bi tahdeyê M.E.A. jî kire nezaretê.

Waliyê dagirkeriya dewleta Tirk li Wanê jî xwedî li hovîtî û êşkenceya leşker û polêsên xwe derket. Walîtiyê bi daxuyaniyekê îdîa kir ku derbarê wî welatiyî de 5 biryarên lêgerînê hene û her wiha îdîa dike ku ji bo leşker qelebalixê belav bikin gule berdane hewayê. Walîtiyê got, dadgehê biryara girtina M.E.A. daye.

MA/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.