- Li navçeya Wanê Miksê darên gûzan ên 300 salî tên birrîn û firotin.
Li navçeya Wanê Miksê darên gûzan ên 300 salî tên birrîn û firotin.
Li gundên Tinisa Berroj û Arinc ên navçeya Miksê ya ser bi Wanê, çeteyên AKP’ê darên gûzan ên 300 salî dibirrin û difiroşin. Yek ji van çeteyan jî xizmê Parlamentera AKP’ê Gulşen Orhan, Cîhan Orhan e.
Darên gûzan ên bi pêşengiya Cîhan Orhanê AKP‘î û şirîkê wî Kazim Ortan tên birrîn, dibin Bedlîsê û li wir difiroşin fîrmayên alîgir. Darên gûzan ên li hewşên mizgeftên dibin kontrola Midûriyeta Goristanan a Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de, ji kokê tên birrîn.
Li gel ku birrîna darên gûzan qedexe ye jî, bi destûra polês û cendirmeyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê dar ji kokê ve tên birrîn.
WAN