Dîmen derketin holê, xelkê bihîst çi tê serê me
Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:33
- Li taxa Xaşkan a ser bi Elbaka Wanê, li gundikê Sersulê leşkerên Tirk duşema bihurî bi êşkenceyê Mehmet Emîn Atli kirin nezaretê.
ERDAL BAZ
Li taxa Xaşkan a ser bi Elbaka Wanê, li gundikê Sersulê leşkerên Tirk duşema bihurî bi êşkenceyê Mehmet Emîn Atli kirin nezaretê. Wan êrişî jinên li gund jî kir gava ku wan nerazîbûn nîşanî leşkerên Tirk ên dagirker da. Piştî êrişa dagirkeran li meydana gund 400 binik û qewanên fîşekan hatin berhevkirin. Ji şahidên êrişê birayê mezin ê Mehmet Emîn Atli, Senar Atli û xizmê wî Abdulhamit Atli behsa êrişê kirin.
Senar Atli ji bo êrişê got, hovîtiyek bû. Wî got, roja bûyerê bi sedan leşkerî dor li malê girtibû û wiha dewam kir: “Ti belgeya destûrê nîşan nedan û li hundirê malê kî hebe, lê dan. Biraziya min û jinbira min nerazîbûnê nîşan didin. Li wan jî dixin. Ya ku kirin hovîtiyek bû. Piştî wê jî bi teqandina sîlehan, kirina nezaretê ya birayê min pîroz kirin. Wan li jinan jî xist ji ber ku jinan nerazîbûn nîşanî vê da”.
Wî got, fermandarê qereqolê Ahmet Kahraman, beriya niha jî bêyî ku biryara lêgerînê, destûra dozgeriyê hebe, bi hinceta gera li kesên revok, tevî cerdevanan bi ser malan de li gund girt. Ew wiha peyivî: “Devlet timî vê dike. Tenê gava dîmen derketin holê, xelkê bihîst çi tê serê me. Fermandarê qereqolê, Ahmet Kahraman; ji roja ku ew hatî ve bi ser malên me de digire, êşkencê dike û heqaretan dike. Dewlet jî li vir ev fermandar e.”
Her êşkence li Atli kirin
Ji bo îdîa ya waliyê dagirkeriya Tirk jî Atli got, "Walî ser sûcê leşkerên xwe digire. Walî ne yê milet e, ew waliyê wan leşkeran e ku êşkence li me kirin.”
Senar Atli da zanîn ku leşkerên dagirkeriyê hem dema kirina nezaretê, hem di maşînê de û hem jî li qereqolê êşkence li birayê wî kirine û wiha peyivî: “Gava me ew li Edliyê dît, ser û çavên wî şîn û reş bûn. Li ser stûyê wî û pişta wî şûna derban hebû. Ew tirsandibûn.
Nehiştibûn ew raporê jî bistîne.”
Îsal ev bû 5
Xizm û cîranê Mehmet Emîn Atli, Abdullhamit Aşkan jî got, ev îsal bû bûyera bi vî rengî ya pêncan. Wî got, “Fermandarê qereqolê bi salan e ku bêyî biryara dozgeriyê van tiştan dike. Em giliyê wî dikin, lê kes dest nade wî. Walî nehat gund. Li şûna xwedî li me derkeve, xwedî li leşkeran derket. Em giliyê kê li cem kê bikin?”