Dîwarên bi perê YE

Çarşem 26 Çile 2022 - 22:27

  • “Tirkiye bi pereyê ji Yekîtiya Ewrûpayê (YE) werdigire vî dîwarî çêdike. Ji bo mirovên ku xizmên hev in ji hev qut bikin vê dike. Ji berê ve mirov li ser sînor bazirganiyê dikin.”

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kurt got, dîwarên bi fînansmana Yekîtiya Ewrûpayê di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de tê lêkirin, ne li dijî penaberan, lê li dijî Kurdan e.

Dewleta Tirk bi bahaneya astengkirina hatina penaberan li her du aliyên sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê dîwaran lê dike û dixwaze Kurdan ji hev qut bike.

Tirkiyeyê di destpêka sala 2021'ê de li ser xeta sînorê bi Îranê re ya li Wan û Colemêrgê dest bi lêkirina dîwar kir. TOKÎ'yê ji dîwarê bi dirêjahiya 64 kîlometreyî yê li Wanê 45 kîlometre, li Colemêrgê jî ji dîwarê bi dirêjahiya 28 kîlometreyî 16 kîlometre temam kiriye.

Qeyûmê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez li ser mijarê daxuyanî da got ku karê lêkirina dîwar ji ber zivistanê hatiye rawestandin û wê biharê ji nû ve dest pê bike. Bîlmez got, "Niha tenê dîwar hate lêkirin. Wê têl li ser wî dîwarî bê bicihkirin. Li ser sînor bi 200 kîlometreyî xendek hatin kolandin. Bicihkirina têlên tûj, 217 kûle û 2 qereqolan her wiha veguhastina yekîneyên me yên ji derve dewam dike."

Piştî van daxuyaniyên qeyûm Bîlmez 3 penaberên Efxan ketin xendekan û jiyana xwe ji dest dan. Di nava du mehan de 5 penaberên Efxan ên karîbûn ji sînor derbas bibin ji aliyê leşkerên Tirk ve li ser sînor hatin danîn. Penaberên ku leşkerên Îranê jî destûr nedan wan ku derbas bibin, li ser sînor qefilîn û jiyana xwe ji dest dan.

Di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewrûpayê de li ser mijara penaberan lihevkirinek heye. Yekîtiya Ewrûpa di berdêla astengkirina derbasbûna penaberan de pereyekî zêde da Tirkiyeyê û her wiha pereyê lêkirina dîwar jî dide. Tirkiye ku derbasbûna penaberan ji xwe re dike bahane, bi vî rengî têkiliya navbera Kurdên li Bakur û Rojhilatê Kurdistanê dibire.

Hevseroka Komeleya Lêkolînên Koçberiyê ya Serhedê (Goç-Der) Gulşen Kurt got li ser meselê peyivî. Kurt wiha axivî: "Bajarê Wanê ji ber ku li ser sînorê Îranê ye, ji Efxanistanê gelek koçberan werdigire. Di nava şert û mercên giran ên zivistanê de penaberên ku dixwazin derbasî Tirkiyeyê bibin dikevin nava trajediyeke mezin. Herî dawî dayikek ji aliyê leşkeran ve li ser sînor hate danîn û jiyana xwe ji dest da. Ji bo penaberên tên Tirkiyeyê jî statuyeke qanûnî nîne. Dema ku di ser Wanê re derbasî cihên weke Stenbol, Enqereyê dibin jî li êrişên nijadperestiyê rast tên. Polîtîkaya desthilatdariyê ya li ser penaberan qanûnî û hiqûqî nîne, mafê jiyanê yê penaberan binpê dike. Destdirêjî û destavêtin li ser sînor li jinan tê kirin. Ev yek jî nîşan dide ku di mijara penaberan de li Tirkiyeyê ti guhertin û sererastkirin nîne."

Derdê wan ê esas ne penaber in

Kurt bal kişand ser lêkirina dîwarên li ser sînor û got, "Tirkiye bi pereyê ji Yekîtiya Ewrûpayê werdigire vî dîwarî çêdike. Ji bo mirovên ku xizmên hev in ji hev qut bikin vê dike. Ji berê ve mirov li ser sînor bazirganiyê dikin. Ev yek di heman demê de çavkaniya debarê bû, lê niha pêşî li vê bazirganiyê tê kirin û mirovên li ser sînor di nava birçîbûnê de têne hiştin. Bi hewldaneke bi vî rengî, ne ji bo pêşîgirtina li hatine penaberan, lê belê ji bo qutkirina têkiliya navbera mirovên me yên li wê herêmê dîwar tê lêkirin."

ANF/WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.