Dewleta li Wanê bûye Arvasî

Sêşem 7 Kanûn 2021 - 23:36

  • Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas nêzî 70 xizmên xwe xistine nava saziyên dewletê.

Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Abdulahat Arvas nêzî 70 xizmên xwe xistine nava saziyên dewletê.

Liv û tevgera Arvasiyan a li Wanê, piştî ku Abdulahat Arvas sala 2018'an bû wekîlê AKP'ê zêde bû. Hema li ser serê hemû saziyên cemaweriyê Arvasî hene.

Arvasiyan a bi dewletê re xwe dispêre salên destpêkê yên Komara Tirkiyeyê. Miftîtiya Wanê ji damezrandina komarê ve ji aliyê Arvasiyan ve dihate kirin.

Nêzî 70 xizmên Parlamenterê AKP'ê Abdulahat Arvas li nava saziyên cemaweriyê dixebitin. Yên ku beriya parlamenteriya Abdulahat Arvas ketibûn nava saziyên dewletê, piştî wekîlbûna Arvas di asta payebilind de hatin bicihkirin. Ji xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Wanê Reşît Arvas li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê personelê akademîk, Mekî Arvas Serokê Şaredariya Bahçesarayê; Cuneyt Arvas Midûrê Perwerdeya Milî ya navçeya Qelqeliyê; Sibgatullah Arvas Miftiyê Navçeya Westanê; Ubeydullah Arvas Midûrê Weqfa Alîkarî û Piştevaniya Civakî ya navçeya Tûşbayê; Tûrgût Arvas Rêveberê Herêma

Wanê ya Bankaya Zîraatê, Alîkarê Midûrê KOSGEB a Wanê; Abdulilah Arvas rêveberê Serokatiya Daîreya Arkujiyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê;

Adil Arvas li Midûriyeta Tenduristiyê ya Wanê û keça wî Şeyma Arvas jî li Zanîngeha Yuzuncu Yil a Wanê weke hîndekara perwerdeyê dixebitin.

Nûrûllah Arvas jî weke Serokê Şaxê Wanê yê Diyanet-Senê, endamê Desteya Rêveber a Wanê ya Cîhannuma, Serokê Ragihandina Saziyî ya Wanê, Alîkarê Serokê Bajêr ê Memûr-Sen a Wanê û endamê Desteya Kontrolkirina Navendî ya Giştî ya Diyanet-Senê sê meaşan distîne.

Malbata Arvas herî zêde li navçeya Erdîşê hukmê xwe daniye. Seyîd Hasan Arvas li Qeymeqamtiya Erdîşê weke midûr wezîfeyê dike.

WAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.