Te dît di gelek şêwr û mişêwreyan de "mi go" û "em bêjin" a zimanê me, hêtek bivê nevê ya bilêvkirina me ye. Nizam, bi min werê tê. Yeqîn bikin, heya roja ku bavê min mir jî van guhên min hema ji bo derman be jî ti carî nebûn şahid û nebihîstin ku ca min û bavê min, bi navê hev ba hev kiribin. Tim ji hev re digotin, "mi gooo..."
Hingî werê digotin, de hêdî "mi go", li ber dilê min bûbû "ca min û bavê min". Hîn jî werê ye.
Îcar, mamosteyek me hebû. Wer tê bîra min, ji Anatolyaya Navîn bû. Mamosteyek werê hişk, werê bi kerb û nefret bû. Bi qedrê hesen, bi şaşî bûna jî me nikaribû bigota "tirt". Bi kurdî! Na lo herê, qethîyen! Te digot qey me bavê wê kuştiye. Hema digot, şîpeleqqqq... Destê wê jî pirr giran bûn.
Ev mamosteya hanê neyarê "dê û bavê min" bû. Neyarê "mi go" û "em bêjin" bû.
Wexta gazî me dikir û berê me dida qeretexteyê û digot, "anlat bakayım, bu okuma parçasından ne anladın?" Aha! wê çaxê te xwezîya xwe bi çûna nav kûra êgir dianî, lê ne bi wî qeretexteyî. Na, qet xwe vir de wê de mede, xelasî tine. Em ê ku hê me nizanibû navê "tilawetê" bi lêv bikira, me yê "okuma parçası" ji hev veçiranda.
Nêse, tewkel û tahlela, û wekî em bi ber ketibin, me devê xwe bi "iiii", "hiii" xwaromaro dikir û di ortê da jî me bi "iiii... em bêjin" û "mi go"yê belaxet dikir. Bi bayê bezê, di sayiyê de birûsk ji ber çavan radibûn.

Kerika guhê me dibû naqosa dêreke bê kes û kûs. Sekn lê tine bû.

Çing çing çingggg…
Hingî girra me... Na, nale li... Hingî girra hebûna me girtibû, û dixwest li ber çavê me reş bike, êdî yên tirkînezan û tirkîşikestî ji bo destavê jî xweşikî newêrîbûn destê xwe bilind bikirana. An wê bin xwe şil bikirana yan na wê serî li ber bayê birûskê bitewandana. Eynî wekî Hîcranê.
Ji ber ku nikaribû awayê çûna wê xopana "tilawetê", bi lêv bikira tim bin xwe şil dikir. Hingî bêhn ji textebenda wê dihat kesî nedixwest li ba wê rûnê.
Û dest ji mektebê berda. Eynî wekî Baranê.
Wexta xwîn ji diranê wê hat û hew xwe girt tif kir erdê, mamoste bi "gijika" wê girt û tifa wê bi wî zimanê wê yê “ne bi kuştin ne bi hîştin” da alastin.
Û dest ji mektebê berda. Eynî wekî wê, eynî wekî wî...
Ên di vê zindanê de tenê di bêhnvedanan de bi zimanê xwe kela dilê xwe diverêstin.  Dilê xwe hênik dikirin. Bi "Gog"ê, bi "Kundo" digotin oxeşşş û bi awaz diqîriyan:

Kundo kundo
Kerwan tê
Dibê şeq şeq
Ji bin dûvê
Kalkê te merhan tê

Bira Hîcran bê?
Bira bê!

Bira Baranê bê?
Bira bê!

Mi gooo, me qal qezenc kir, qalek me li we!

Herê. Berî ku nebikaranîna zimanê zikmakî di perwerdehiyê de, bike ku Hîcran û Baranên din jî çendik û çend gavan paşdemayî dest bi jiyanê bikin, berî ku li derxika mêjî, li derxika dilî nexwebaweriyeke qerase xwe li wan bilefîne, berî ku bi xwe bikevin, bikotin, bisojin, berî ku çand û toreya wan li ber çavan bibe ne bi pênc qurîşên biqul be jî, ji bo nav çavên wan biçirûsin, ken li dêmên wan deyne, bi rihetî biqîrin, bibêjin "mi gooo qalek me li we" GOG, kovara wêneromanî ya zarokan a bi Kurdî, çendî derengmayî be jî, ji bo heyfhilanîna zarokatîyeke zeman û pergal lê bûbûn yek têhilanîneke hew dibe.

Bira Hîcranê bê?
Bira bê!
Bira Baranê bê?
Bira bê!

Lewma GOG´ê mi gooo qala min li te... 

*Qal: dor, deyn.
*Ji bo hurmeta bîranînan, navên navbirî ne yên rast in.