Gerîla artêşa Tirk têk bir

Çarşem 27 Kanûn 2023 - 00:15

  • KCK: Serweriya gerîlayên azadiya Kurdistanê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker îsbat bûye. Divê pêşmerge helwêsta PDK’ê ya ku xizmetê ji qirkeriyê re dike, qebûl nekin û xwe ji deverên artêşa Tirk lê ne, dûr bixin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê destnîşan kir ku serweriya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya li hemberî artêşa Tirk a dagirker îsbat bûye û ji pêşmergeyan jî xwest ku helwêsta PDK'ê ya ku xizmeta qirkeriyê dike, qebûl nekin û xwe ji deverên artêşa Tirk lê ne vegirin, dûr bixin.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê got, “Hêzên Parastina Gelê Kurdistanê (HPG) di 22 û 23'ê Kanûna 2023’yan de li Xakurkê, Metîna û Zapê di çarçoveya Operasyona Şoreşgerî de, derbên giran li artêşa dewleta Tirk a mêtinger dagirker qirker xistin. Ji ber van çalakiyên serketî em fermandar û şervanên HPG û YJA Starê hemûyan ji dil pîroz dikin, silav dikin û hêvî dikin ku serketinên xwe dewam bikin. Em hevalên ku tevlî çalakiyan bûne, bi taybetî pîroz dikin û silav dikin. Bêguman hin ji hevrêyên ku gel, welat û azadî parastin, çalakî bi ser xistin û kirin ku dijminê dagirker mêtinger û qirker têk biçe, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Di şexsê hevrêyên ku li Xakurkê, Metîna û Zapê di çalakiyên Operasyona Şoreşgerî de şehîd bûn, em şehîdên demokrasî û şoreşê hemûyan careke din bi hurmeteke mezin, bi minetdarî bi bîr tînin û soza dilsozî û serketinê ya ku me daye şehîdên xwe, dubare dikin.”

Gerîla dest ji jiyana azad bernadin

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku gerîla bi derbeke giran artêşa Tirk têk biriye: “Bi van çalakiyan re gerîla careke din artêşa dagirker bi rengekî giran têk bir, serweriya xwe ya li hemberî artêşa dagirker îsbat kir. Gelê Kurdistanê û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê ti carî dest ji welatê azad û jiyana azad bernedin, ji bo vê jî wê li hemberî her cûre êriş û dagirkeriyê, heta dawiyê li ber xwe bidin, dijmin têk bibin û azadiyê misoger bikin. Gerîla li Xakurkê, Metîna û Zapê bi rengekî giran artêşa dagirker têk bir û ev yek careke din isbat kir.

Bila pêşmerge PDK’ê qebûl nekin

KCK’ê bang li pêşmergeyan jî kir û got, “Bêguman di çarçoveya operasyona şoreşgerî de çalakiyên gerîla wê dewam bikin. Bila her kes bi vê zanibe û li gorî vê yekê tevbigere. Dewleta Tirk xwe dispêre PDK'ê û bi vî rengî hewl dide planên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê pêk bîne. Helwêsteke bi vî rengî xizmeta qirkirina Kurdan e û nayê qebûlkirin. Divê pêşmerge jî vê helwêstê qebûl nekin. Em ji vir bang dikin, bila pêşmerge ji çeperên artêşa Tirk dûr bikevin, xwe jê vegirin.”

Dewleta Tirk têkçûna xwe vedişêre

KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku dewleta Tirk hewil dide têkçûna xwe veşêre û ev bang kir: “Eşkere bû ku desthilatdariya AKP-MHP'ê ya faşîst li hemberî gelê Kurd û Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê têk çûye. Lê belê ji ber ku mejiyê xwe yê dijminatiya li Kurdan naterikîne, di êriş, dagirkerî û komkujiyan de israr dike. Bi êrişa li ser gelên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê hem hewil dide têkçûna xwe veşêre hem jî pîlana xwe ya dagirkeriyê pêk bîne. Di êrişên du rojên dawî de gelek mirovan jiyana xwe ji dest da, gelek jî birîndar bûn. Cih û warê jiyanê yê gel, stargeh û navendên hilberînê hatin bombekirin. Van êrişan rûyê rast ê dewleta Tirk careke din nîşan da, maskeyên desthilatdariya AKP-MHP'ê anîn xwarê. Careke din hate dîtin ku tiştên li Rojava têne kirin û yên li Xezeyê têne kirin, mîna hev in, ti cudahî di navbera wan de nîne. Dewleta Tirk, desthilatdariya AKP-MHP'ê û Tayyîp Erdogan bi kiryarên xwe yên li Rojava, nîşan dan ku di mijara Xeze û Filistînê de di kîjan astê de durû û sextekar in.

Armanca dewleta Tirk a mêtinger qirker ew e ku şoreşa Rojava tesfiye bike û statuya gelê Kurd ji holê rake. Armanca esasî ya êrişan ev e. Divê gelê Rojava û gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê helwêsta xwe ya berxwedanê mezintir bikin û dewam bikin. Gel û dostên Kurdan divê li her derê çalakî û berxwedanê mezin bikin, piştgiriya xwe ya bi Şoreşa Rojava re dewam bikin."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.