Gencîneya veşartî

Nûçeyên Dosye

Şemî 30 Îlon 2023 - 00:15

  • Resmên ku şirketa bi navê SDAG-Wismut ya madenê di navbera salên 1947 û 1990’î de dane çêkirin, weke gencîneya Elmanyayê ya di bin erdê de tê nirxandin. Tê gotin, 4 hezar 300 tablo li navenda şirketê ya kevn tên parastin û heta niha nehiştine xelk van resman bibîne.

Li Rojhilatê Elmanyayê, li bajarê Chemnitzê, di navbera salên 1947 û 1990’î de şirketa bi navê “SDAG-Wismut” ya madenê tê avakirin. Vê şirketê ji bo bombeyên atomî yên sovyetê, bi dizî ûranmyûm derdixist ji bin erde. Şirketa Wismut, piştî ku Dîwarê Berlînê hat hilweşandin tê girtin. Dema şirket çalak e, ango di dema “Şerê Sar” de qederê 100.000 kes ji bo şirketê dixebitî û van kesan emrê xwe di bin erdê de dibuhirînd. Şirketê ji xeynî derxistina ûranyûmê, tiştekî balkêştir jî kiriye. Ji bo ku rewşa karkeran nîşan bidin, gazî şêwekaran kiriye û vê şirketê bi vî awayî koleksiyoneke ecêb ya ku karkerên madenê nîşan dide, çêkiriye. Li navenda şirketa SDAG-Wismutê ya kevn bi qasî 4 hezar 300 tablo veşartî ne û li ser wan karker hatine resmkirin. Heta niha navend li xelkê nehatiye vekirin û tablo li wir têne parastin.

SDAG-Wismut nexasim di warê hunerên dîtbarî de dixebitî û ji perwerdeya karkeran ya çand û hunerî berpirsyar bû. Vê şirketê her wiha galerî jî bi rêve dibirin û kargeh li dar dixistin ji bo hunermendan. Ji bo şêwekar li dîwarên kantînê û her wiha hin salonên fabrîkeyê wêneyên mezin çêkin, ew vedixwendin û bi vî awayî gelek wêneyên mezin li ser dîwarên fabrîkeyê hatibûn daleqandin. Yanî, wan resm sipariş dikirin û şêwekaran jî bo wan, li gorî dilê wan, yanî wan çi bixwesta, ew xêz dikir ji bo şirketê.

Rastîbîniya sosyalîst ya dewleta Sovyetê

Şirketa SDAG-Wismut ji şêwekaran dixwest ew tevî karkeran xwe berdin binê erdê û di madenê de karker çawa dixebitin, resm bikin. Di koleksiyona şêwekarên şirketa SDAG-Wismutê de temayên madenê li pêş in û ev tema bi şêwazekî rastîbîniya sosyalîst hatine çêkirin. Her wiha şêwekarên ku resmên karkerên madenê çêkirine, şêwazên hunerî jî bi kar anîne û di nava resmên wan de resmên ji hev cuda hene. Pirr balkêş e ku şirketeke wiha, bi huner dadikeve û berhemên bi vî awayî dide çêkirin. Lê heger mirov li mezinbûna Sovyetê û her wiha armancên wê bifikire, dê têbigihîje ku çêkirina van resman ne beredayî ye. Ji lewma, wan bi vê yekê propagandaya karê xwe dikir û bi riya van resman mezinbûna Sovyetê careke din dipeyitandin. 

284 berheman çêdike

Şêwekar Jurgan Stajny di şirketa SDAG-Wismutê de dixebite. Ew di rêveberiya giştî ya resm û grafîkan de cih digire û weke serokê vê beşê bi salan kar dike. Piştî hilweşîna Rojhilatê Elmanyayê (DDR) û rewşa kaotîk ya piştî hilweşînê wî gelek berhemên hunerî ji ser çopan xelas kirin û nehişt ku ev berhem winda bibin. Şêwekar Hans Wolfgang Siegenbruk jî yek ji wan şêwekaran bû ku demeke dirêj ji bo şirketa SDAG-Wismut xebitî. Heta herî zêde ev şêwekar ji bo şirketê dixebite û di koleksiyona niha veşartî de 284 berhemên wî hene. Eva Schulze-Knabe jî şêwekareke Elman bû û di warê grafîkan de jî xurt bû. Ew yek ji endamên Partiya Komunîst bû û li ber rejîma Naziyan rabû. Yanî ew têkoşerek bû û di sala 1933’an de tê girtin. Paşê jî wê dişînin kampekê. Ew ji kampê xelas dibe lê hevserê wê nikare xelas bibe û ji hêla Naziyan ve tê îdamkirin.

Li kûrahiyên rejîma sosyalîst

Şêwekar Werner Petzold jî ji bo şirketê gelek wêne çêkirine. Werner Petzold bêhtir wêneyên dewleta sosyalîst teswîr dikirin û di vî warî de şareza bû. Rejîma sosyalîst a Sovyetê gelekî hez ji berhemên wî dikir. Ew di bin tesîra wêneyên dîwaran ên Meksîkayî de mabû û ev tesîr di wêneyên wî de jî xuya dikir. Di sala 1983’yan de ji Rojhilatê Elmanyayê direve û li Rojavayê Elmanyayê (BRD) bi cih dibe. Piştî ku ji Rojhilatê Elmanyayê derdikeve, di warê hunerî de şêwazên nû diceribîne û gelek berhemên serketî çêdike.

Wêneyê Werner Petzold yê bi navê “In der Teufe” (Li kûrahiyê) ku di sala 1975’an de çêdike weke sembola koleksiyona şirketa Wismut tê qebûlkirin û xebatên şirketê temsîl dike.

Nahêlin kes resman bibîne

Piştî hilweşîna Rojhilatê Elmanyayê weqfek hate peywirdarkirin da ku qirêjiya şirketê ya hawirdorê paqij bike. Ji ber ku şirketê gelekî zirar dabû hawirdorê, diviyabû hawirdor bihata paqijkirin. Ev weqfa hanê di heman demê de ji berhemên hunerî yên vê şirketê jî berpirsyar bû. Lê tevî ku 30 sal bihurîn jî weqfê koleksiyona berhemên hunerî heta niha nîşanî xelkê nedaye. 

NAVENDA NÛÇEYAN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.