Şêwekarî zimanê hestên wî ye

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:13

DIYAR EHMED / ANHA / HESEKÊ

Şêwekar Ekrem Bekir ji bajarê Hesekê ye. Di sala 2007’an ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Şamê derçûye. Di temenên biçûk de jîrbûna xêzkirinê di xwe de keşif dike. Bi çirûska şoreşa 19`ê Tirmehê re êdî bi awayekî pisporî dest bi afirandina berheman dike. Bi demê re holeke biçûk li bajarê Hesekê vedike û hestên xwe di wê holê de resim dike. Cihe wî mîna pêşengeheke biçûk e. Ekrem Bekir tîne ziman ku yekemîn berhemên wî xêzkirina portre bû û paşê xwezaya bêdeng, rêbazê xêzkirina realîst kete nav berhemên wî. Bekir diyar dike ku ew herî zêde bi rengên zeytî û pênûs li gorî 2 teknîkên cuda xêz dike û dibejê:“Geh bi pênûsan, grafîk û komirê, geh bi rengên zeytî. Bingeh û rêgezên taybet ên her rêbazekê hene. Nêrîna her hunermendekê/î yê taybet heye. Hinek xêzkirinê wek hewesekê yan jî bedewiyekê bi nav dikin. Ew jî girêdayî nêrîna her kesekî/ê ye. Ji bo min, xêzkirin wateya gelek tiştan dide. Ji bo min, ji pîşeyekê wêdetir, rêbazeke jiyanê ye. Ez hestên xwe bi rêya wê rave dikim. Bêhna xwe pê vedidim. Cîhanê rengan, cîhaneke xweşik e. Tenê di nava tablo û rengên xwe de vedihesim. Dikarim bêjim, afirîneriya serbest di bin navnîşana bedewiyê de ye." Bekir heta niha, gelek tablo amade kirine. Tevlî gelek pêşangehên xwecih bûye. Lê belê ji ber şert û mercên herêmê, nekariye tev li pêşengehên navneteweyî bibe.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.