Qalik avêtin dibe dema nû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 4 Tîrmeh 2024 - 00:09

MIHEME PORGEBOL

Pêşengeha bi navê ‘Kabuk (Qalik)’ a wênesaz Alî Osman Yanak, 6’ê Tîrmehê li Amedê tê lidarxistin. 

Di materyalên pênasînê ya pêşengeha ku heta 6’ê Tebaxê wê vekirîbe de, tê gotin:’’Sedema hebûnê… Dema xwe nû dike, qalikên xwe davêje. Hertim hêviyek, heta ku qelîştek diyar bibin.’’ Di pêşengehê de wê 17 wêneyên cuda hebin. Hin xebatên wênesaz ên di navbera 2018-2024’an de wê bên dîtin. Wênesaz Alî Osman Yanak ku heta niha li Elmanya, Belçîka, Swîsre, bajarên Mêrdîn, Semsûr, Stenbol, Çanakkale, Konya û Enqereyê pêşengeh danîne, ji bo pêşengeha xwe ya dawî wiha dibêje:’’Qalik pêvajoya keşifkirin û guhertiyê yên mirov bi xwe vedibêje. Her qalikekî tê avêtin, heviyekê û destpêkeke nû temsîl dike. Ji ber vê sedemê di nava veguherîna jiyanê de, qalik avêtin dewam dike û piştgiriyê dide pêşketina mirov. Qalik, weke parçeyeke hebûna me, bandora me bi cîhanê re nîşan dide. Ji ber vê sedemê, qalik tenê dîtina me ya ji derve na, di heman demê de cîhana me ya hundirîn jî, nîşan dide. Ji ber vê divê weke semboleke girîng werin qebûl kirin.’’

Mijara esasî jin e

Di pêşengehê de mijara serek jin e. Wênesaz konsepta ku li ser hûrdekariyên ‘qalik’ û ‘qelîştek’ ava kiriye, bi gotinên weke:’’Hebûna jinan, qalikên wan û wêneyên ku çîrokên qalikên wan vedibêje’’ îfade dike. Alî Osman dibêje:’’Em weke wênesaz, divê bi hêza hunerê dengê jinan bidin bîhîstin û bi berhemên xwe, nîşan bidin ku divê guhertina di civakê de were piştgirî kirin. Dema ku me bi rêya hunerê dengê jinan da bîhîstin, em ê bikaribin piştgiriyê bidin wan ku gava xwe bavêjin paşerojeke bi hêvî ya ku qalikên xwe diguherin.’’ Û bi vî rengî berpirsiyariya hunermend a li hemberî azadiya civakî jî bibîr dixe. Pêşengeh wê 6’ê Tîrmehê roja şemiyê, saet 15.00’an de, li Taşmahal ji bo xelkê bê vekirin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.