Ji KON-MED’ê dijî dagirkeriyê banga seferberiyê

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:44

KON-MED'ê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser qadên gerîla û Şengalê bang li her kesî kir ku bi ruhê Yekîtiya Neteweyî sefeber bibin û xaka Kurdistanê biparêzin.

Konfederasyona Civakên Kurdistanê ya li Elmanyayê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li ser qadên gerîla û Şengalê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Armanca dagirkerî û desteserkirina tevahiya Kurdistanê ye. Her çiqas dewletên herêmê û hêzên navneteweyî hay ji vê qirkirinê hebe jî ji bo berjewendiyên xwe çavên xwe jê re digrin."

Qirkirinê didomîne

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk ji her cihê ku berê dagir kiribû paş ve neçû, li Efrîn, Girê Sipî û Serêkaniyê asîmîlasyon û qirkirin pêk anî. Tiştê ku aîdê Kurdan e û nirxên herî kevn ên gelan tune dikin. Divê bi zelalî were dîtin ku armanca artêşa Tirk a dagirker a pir cidî, pir zelal e ku herêmê dagir bike û erdnîgariya Kurdistanê bê Kurd bike. Bi vî şêweyî qirkirina gelê Kurd pêk bîne."

Divê berxwedan were geşkirin

KON-MED'ê diyar kir ku divê mirovahiya bi rûmet a cîhanê, di serî de gelê Kurd û her kesên alîgirê azadiyê, li dijî qirkirina Kurdan a ku li ber çavê cîhanê tê kirin, berxwedanê bilind bike.

Banga seferberiyê

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin, "Dewleta Tirk a faşîst hewl dide ku Kurdistanê wêran bike xwezayê talan bike û sûcê mirovahiyê dike. Em weke Kon-Med di serî de bang li hemû Federasyon Meclîs û Pêkhateyan dikin ku li dijî dagirkerî û qirkirinê bi ruhê Yekîtiya Neteweyî seferber bibin, dakevin qadan û xwedî şoreşa Rojava derkevin û axa Kurdistanê biparêzin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.