Huner jiyanê xweştir dike

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 3 Tîrmeh 2024 - 00:30

JIYAN XELÎL

Canda Ebdulqadir jinek wênexêz ji bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye ku ji zaroktî de xwedî vê behreyê ye. Li gorî ku canda dibêje:“Destpêkê ez pir biçûk bûm min tenê pelek datanî pêşiya xwe û nêrîna xwe ya dinyayê  li ser xêz dikir.”

Piştî ku Canda gihaşt temenê 18 salî êdî nema tenê hezkirina wê ji wênexêziyê re ma weke behreyekê, wê bi riya xwendina xwe ya zanîngehê di beşê hunerên ciwan de xwe xurtir kir û di xwe de pêşketin çêkir û hunera xwe kir karê xwe yê sereke di jiyanê de. Ji ber ku ew dibêje “huner jiyanê xweştir dike, û bi riya hunerê mirov xwedî li çanda xwe derdikeve.” Canda anî ziman ku “hemû cûreyên hunerê di nav civakê de girîng in, wênexêzî jî bi qasî wan xwedî rol e.” Hêjayî gotinê ye ku ew di gelek perwerdeyên din re jî derbas bû ji bo xwe fêrî hemû hûrguliyên wênesaziyê bike û tê de bibe pispor.

Ez bi şagirtên xwe serbilind im

Niha jî Canda pîştî ewqas ked bûye mamosta wênexêziyê û di navenda Hîlala Zêrîn de perwerdeya wênexêziyê dide biçûk û mezinan. Ew bi vê yekê pir şad û kêfxweş e û dibêje:’’Dema ku ez dibînim şagirtên min zû fêr dibin û bi hezkirin beşdarî waneyan dibin ez pê serbilind dibim.’’ Ew dibîne fêrkirina nifşên nû erka wê ye.

Em qirkirina çandî qebûl nekin

Wênaxêz Canda Ebdulqadir di dawiyê de ji mere got “Em wek hunermendên kurd gerek hertim hunera xwe li gorî demê pêşbixin da ku bi riya wê em çanda xwe biparêzin û qirkirinên çandî qebûl nekin” 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.