Gelo Til Koçer wê girtî bimîne!
Çarşem 9 Sibat 2022 - 22:33
- Di bazara li NY´yê ya Rûsya û DYE´yê de DYE´yê qebûl kiriye ku di ber misogerkirina alîkariyên insanî de zextên li ser Şamê kêm bike. Lê nayê zanîn ka ji bo vekirina deriyê Til Koçerê israr kiriye yan na.
Stéphanie Fillion, Colum Lynch, û Robbie Gramer di weşana periyodîk a li ser siyaseta derve ya Emerîkayê, Foreign Policy de behsa lihevkirineke veşartî ya di navebera Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û Rûsyayê de dikin. Ev li gorî raporê lihevkirinek e welê ye ku bi armanca kêmkirina zexta li ser hikûmet Şamê pêk hatiye.
Nivîskar pirsa “gelo ev tawîzeke lazim e ji bo sedemên insanî yan qismek ji wê meyla ber bi normalbûnê ve ye” li ber xwe datînin û hewl didin bersivê bidinê.
Li gorî vê, DYE´yê bêdeng bi Rûsyayê re li hev kiriye ku li Neteweyên Yekbûyî (NY) zexta li ser hikûmeta Şamê kêm bike. Heger Desteya Ewlekariyê ya NY´ê jî destekê bide vê lihevkirinê, NY û saziya wê ya ewlekariyê wê li ser Sûrî hindiktir civînan li dar bixin.
Bi teşekirina siyaseta Sûrî ne karê DYE´yê ye
Li gorî nûçeyê armancên sereke yên vê siyaseta nû ya DYE´yê ew e ku pêşiya şerekî bi Rûsyayê re bigire, û di heman demê de vekirîbûna rêyên alîkariya insanî yên ber bi Sûrî ve misoger bike. Axir ya me elaqedar dike, bêhtir di vê çarçoveyê de ew bû ka meseleya vekirina deriyê Til Koçerê wê çawa be. Ji bo wê di raporê de me çavê xwe li van agahiyan jî gerand. Lê me ti agahiyeke bi kêr bê nedît.
Rapor dibêje, “Hewldanên DYE´yê yên ji bo biteşekirina siberoja siyasî ya Sûrî hilweşiyan, ji ber wê rêveberiya Biden enerjiya xwe li sivikkirina barê insanî yê welêt xerc dikin. Rêveberiyê bicihkirina alîkariya ji sînor û wêde, ji bo xwe kir mijareke li pêş siyaseta xwe ya derve û qederê 900 eskerên DYE´yê jî li Bakurrojhilatê Sûrî hiştin da ku alîkariyê bide têkoşîna wan komên Kurd pêşengiyê ji wan re dikin.”
Li hemberî girtina derî sistkirina cezayan
Rapor bi bîr dixe ku havîna bihurî, DYE´yê hewl da ji bo jinûvevekirina deriyê sînor ê Til Koçerê li alîkairyên insanî, lê Rûsyayê xwestibû deriyê Bab el-Hewa jî bê girtin. di dawiyê de Rûsyayê biryara 2585 qebûl kir ku deriyê Bab el-Hewa salekê li çeteyan vekirî hişt. Lê wê derî li ser Kurdan girtî hişt.
Rapor wekî din bi bîr dixe ku DYE´yê bi sistkirina cezayên xwe yên li ser Sûriyê, bersiv daye, bi wî rengî ku destûra weqfên alîkariya insanî li Sûrî bixebitin, projeyên yekser li xêra xelkê bin bên kirin û ji bo bikaranîna herêmê petrol jî bê firotin.
Lê gelo ka ji bo vê lihevkirina bêdeng a nû ya rapor li ser e, vekirina deriyê Til Koçer ji daxwazên DYE´yê yan na, em pê nizanin. Gava ku mijar li Desteya Ewlekariyê ya NY´yê hat minaqeşekirin, ev alî jî wî diyar bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN