Gelo DGSI´yê sefîr hişyar kir!

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 20 Adar 2021 - 01:24

  • Siyasetvanên Fransî nerazîbûna xwe diyar kirin, ji ber ku piştî eşkerebûna rola sefîrê Tirk di komkujiyên li dijî Kurdan de, weke ku hatibe hişyarkirin, Fransa terikand.

 

SELMA AKKAYA/PARÎS

Parlamenterê Partiya Komunîst a Fransayê Jean Paul Lecoq, elaqedarî rola sefîrê Tirk di komkujiya Parîsê de pirseke cidî ji rayedarên îstîxbarata Fransayê kir: Gelo îstîxbarata navxweyî DGSI´yê sefîrê Tirk Îsmaîl Hakki Musa ji bo ku neyê girtin, hişyar kir û pêşniyaz kir ku Fransayê biterikîne? 
Rojnameya Fransî Le Journal de Dimanche li ser alîkarê musteşarê MÎT´a Tirk û sefîrê Tirk li Parîsê Îsmaîl Hakki Musa bal biribû ser rola wê di komkujiya Parîsê li dijî sê jinên Kurd ên şoreşger. Rojnameyê nûçeyeke berfereh li ser şaneyên sîxuran ên Tirk û çalakiyên wan weşandibû.

Rojnameyê nûçeya xwe disipart belgeyeke veşartî ya di destê rayedarên Belçîkî de û gotibû, şupheyên mezin hene li ser wê yekê ku MÎT´a Tirk komkujiya Parîsê kiribe. Rojnameyê got, di belgeyê de gelek caran navê sefîrê Tirk ê Parîsê Îsmaîl Hakki Musa hatiye hildan. Belgeyê digot, kesên ji ber hewldana suîqesta li dijî Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal hatine girtin jî elaqedarî sefîrê Tirk in. Di dosyaya lêpirsînê de dinivîse ku Zekeriya Çelîkbîlek ê di hewldana suîqesta li Belçîkayê de ji Haci Akkulak re yê ku di ekîba wî de bû, di hevdîtineke şexsî de gotiye, di komkujiya li dijî sê jinên Kurd ên şoreşger a li Parîsê de rola wî hebûye.

Senator: Edalet kuştin

Piştî weşandina nûçeyê, senator Remi Feraud û parlamenter Jean Paul Lecoq nerazîbûn nîşan da. Remi Feraud di dema komkujiyê de şaredarê devera cihê lê komkujî lê pêkhatî bû. Feraud niha ji bo ku li cihê komkujiyê abîdeyek bê avakirin hewl dide. Ew ji bo rohnîkirina komkujiyê jî timî dibêje, li cem gelê Kurd e. Remi Feraud, piştî belavbûna nûçeyê di ser hesabên xwe yên civakî re got, “Li ser rêya La Fayette sala 2013´an 3 jinên Kurd hatin qetilkirin, em ê wan ji bîr nekin. Li hemberî rejîma Erdogan, Ewrûpa û Fransa bêdeng man û edalet kirin qurbanî."
 
Fransa bila rohnî bike

Parlamenterê partiya Komunîst Jean Paul Lecoq jî di Koma Dostaniya Kurdan a Parlamanê de serok e. Lecoq sala 2018´an di civînên Komîsyona Karên Derve ya meclîsa Fransayê de ji bo sefîrê Tirk Musa gotibû, "We bi hezaran rewşenbîr, rojnamevan û muxalif girtin û bi îstîxbarata xwe wan heta bi Ewrûpayê dişopînin. Heta carinan heta bi Fransayê, cihê ku hevalên Kurd lê hatin qetilkirin jî." Wî xwestibû sefîrê Tirk Îsmaîl Hakki Musa bersivê bide pirsên elaqedarî mijarê.

Piştî nûçeya di Le Journal de Dimanche de di ser hesabên xwe yên medya civakî re daxuyaniyek da û xwest rayedarên Fransî mijarê zûzûka rohnî bikin. 

Fransa çima ne şefaf e

Lecoq bi bîr xist ku wezîfeya sefîr beriya çendekê qediyaye û ev pirs kir: "Sefîrê Tirk û navê duyê yê MÎT´ê dev ji wezîfeyê berda. Di wê demê de ku rayedarê duyem ê payebilind ê MÎT´ê bû, îdîa hene ku dibêjin, ew plankerê 9´ê Çileyê 2013´an qetilkirina 3 jinên Kurd e li Parîsê. Wezîfeya wî bi dawî bû. Çima? Gelo Midûriyeta Ewlekariya Hundir a Fransayê (DGSI) piştî nûçeya di Le Journal de Dimanche de ji ber îhtîmala girtina wî, pêşniyazî sefîrê Tirk kir ku Fransayê biterikîne. Ma êdî ne wext e ku belgeyên veşartî bên eşkerekirin. Fransa çima di vê meseleyê  de ne şefaf e." Wî got, ew ê dev ji meseleyê bernede.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.